Fermandariya Giştî ya QSD`ê bi navê ʺCenga Mezinʺ destpêkirina qonaxa rizgarkirina bajarê Reqayê, ragihand.

Daxuyaniya dîrokî ya fermandairya QSD`ê ku ev demek e, herkes li bendê ye ji aliyê berdevkê QSD`ê Telal Silo ve hat xwendin. Daxuyanî li bajaroka Hezîma yê bakurê Reqayê bi beşdarbûna Fermandarên QSD`ê, nûner û Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa û nûnerên êlên herêmê, hat dayîn.

Berdevkê Fermî yê QSD’ê Talal Silo bal li ser berxwedaniya hêzên QSD’ê kişand û li ser operasyonê got: ʺPiştî berxwedana demdirêj a hêzên me û hêzên hevkar a li dijî terorîstan, efsaneyên dîrokî û qehremanî hatin afirandin. Ji berxwedana dîrokî ya Kobanê heta rizgarkirina Girê Spî, Hol û Şedadê, heta rizgarkirina gundên Dêra Zorê û Reqayê, rizgarkirina Bendavên herêmê, azadkirina bi deh hezaran şêniyên wan herêman ji terorîstan û li gorî derfetên xwe pêkanîna pêdiviyên wan ên jiyanî, hêzên me gelek pêngavên dîrokî biserxistine.

Hêzên di Cenga Mezin de

Silo armanca operasyonê wek têkbirina paytexta DAIŞ’ê bi nav kir û wiha pê de çû: “Em îro (doh) dest bi Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqayê dikin ê ku çeteyan ji xwe re kiriye paytexta teror û terorîstan. Hêzên beşdarî vê cenga dîrokî bûne ev in: ‘YPG, YPJ, Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El-Siwar), Cebhet El-Ekrad, Lîwa El-Şemal El-Dîmoqratî, Hêzên Eşîran, Tugaya Mexawîr Humis, Siqûr El-Reqqa, Lîwa El-Tehrîr, Tugaya El-Selaciq, Hêzên Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Meclîsa Leşkerî ya Minbic, Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zor, Hêzên Erka Xweparstinê û Hêzên Nuxbe.’ “

Bi hevkariya herêmê hemûyî bi rê ve diçe

Li ser koordînekirin û hevkariya wê were kirin jî Silo axivî û got: “Ev şer bi piştgiriyeke mezin ji Meclîsa Sivîl a Reqayê, Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), mezinên eşîran û rûspiyên herêmê û bi alîkariya gelê me yê li herêmê pêk tê. Em mizgîniya destpêkirina Cenga Dîrokî ya rizgarkirina Reqayê radigihînin û destnîşan dikin ku hêzên me bi moraleke bilind û amadekariyeke mezin ji şer re amade ne da ku pîlana leşkerî ya bi hevkarên me yên Koalîsyonê Navneteweyî re hatibû girtin, pêk bînin.

Xweziya Tirkan di qirika wan de ma

Li ser hewldanên astengkirina operasyonê jî Silo diyar kir ku hemû astengiyên li dijî wan, hatine pûçkirin û got: “Hêzên cuda weke di mînaka êrîşa li ser Qereçox de hate dîtin, xwestin pêşî li vê pêngava dîrokî bigirin û asteng bikin. Lê ev hewildanên beyhûde tev hatin pûçkirin û van êrîşan, berovajî hedefa xwe, îradeya me hîn xurtir kir û israra me ya tekoşînê ya li hemberî terorîzmê hîn zêdetir kir. Şehîdên Qereçoxê ji me re bûn meşale. Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin û serketina cenga mezin, diyarî ruhê wan pakrewanan bikin.”

Bang li Reqayiyan û spasdariyên QSD’ê

Di dawiya daxuyaniyê de Silo got: “Careke din em bang li gelê me yê bajarê Reqayê dikin, da ku dûr bin ji navendên dijmin, nuqteyên hesas û cihên şer. Li derdora hêzên me kom bibin û alîkariya hêzên me bikin, da ku erkên xwe pêk bînin.

Di heman demê de em bang li ciwanên Reqayê dikin ku ji bo di rizgarkirina bajarê xwe de cih bigrin, bila tevlîbûna xwe ya nava hêzên me dewam bikin.

Bi vê boneya dîrokî, em şehîdên xwe yên ku ji bo gihiştina vê qonaxê canê xwe feda kirine bi rêzdarî bibîr tînin û şîfayê ji birîndarên xwe yên qehreman re dixwazin.

Em bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeyê  Demokratîk (QSD) hemû hêz û komên beşdarî Cenga Mezin dibin, bi şervan û fermandarên wê, silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.

Di heman demê de em spasiya Hêzên Koalîsyona Navdewletî dikin.

Em hemû gelê xwe yê ji hemû mezheb û olan ku li dijî teroristan li ber xwe dan silav dikin. Her wiha em hemû hevalên rojnamevan ên ku şerê me ji raya giştî re ragihandine û ji bo dîmenên zindî veguhezînin li kêleka hêzên me bûn, silav dikin.ʺ

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriye ya Demokratîk (QSD).” 


Hêzên QSD´ê ketin Reqayê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) piştî ragihandina destpêkirina “Cenga Mezin” ji bakur ve, xwe nêzî navenda bajarê Reqa kir. Ji bakur û rojava ve hêzên QSD´ê ber bi bajêr ve tên û gihiştine keviyên taxa El-Maşleb. Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî (SOHR) îdîa kir ku ev tax beriya niha bi çend rojan ji aliyê DAIŞ´ê ve di encama şerên dijwar hatiye valakirin. SOHR´ê wekî din da zanîn ku çavkaniyên herêmî dane zanîn ku hêzên QSD´ê ji bo ku xwe ji rojhilat ve jî bigihînin bajêr rê û piran temîr û amade dikin. Li aliyê din agahiyên ji herêmê didan zanîn ku avahiyên li keviya bajêr ji aliyê hêzên QSD´ê ve hatine rizgarkirin û şerên destpêkê yên li nava bajêr jî diqewimin.   


 REQA