Weqfa Îsmaîlbeşîkçî, tevî Weşanxaneya Peywend û Zanîngeha Bilgiyê ya li Stenbolê, semînerekê organîze dike li ser mijara bikaranîna Kurdî. Navê semînerê Fikirîn, Nivîsîn û Weşandina bi Kurdî: Azmun, pirsgirêk û pêşniyar” e.
Bername piştî nîvrojê saet 14:00´an li Zanîngeha Bilgî ya Stenbolê li Kampusa SantralIstanbulê dest pê dike.
Rûniûtina yekê bi moderatoriya Ferzan Şêr bi navê Teorî bi Kurdî xweş e bi rê ve diçe. Remezan Alan wê gotareke bi navê “Tehliya di xweşiyê de”, Zulkuf Ergun gotareke bi navê “Raborî û rêbaza çêkirina têgeh û termên teorîk û zanistî di Kurdî de”, Fahriye Adsay jî bi navê “Wergera deqên zanistên civakî di Kurdî de” wê gotarekê pêşkêş bike.
Rûniştina diduyê saet 16:30´î bi moderatoriya Kubra Sagir dest pê dike û tê de Ronayî Onen gotareke bi navê “Kovara Hawa di peywenda netewesazî û çapemeniyê de”, Mutlu Can gotareke bi navê “Weşangeriya Kirmanckî/Zazakî ya Tirkîya”, û Omer Faruk Yekdeş jî wê gotara bi navê “Meseleyên edîtoryal di weşandina deqên teorîk de” gotarekê pêşkêş bike.
STENBOL