Cihû û maldar
Karl Marx ku yek ji kesên di dîroka mirovahiyê de herî zêde bandor li rewşa aborî, siyasî û çandî ya cîhanê kiriye ye, di 5’ê Gulana sala 1818’an de li Trier a Prusyayê wekî zarokê malbateke Cihû çavên xwe li cîhanê vekirin. Bavê Marx parêzer bû, di wê demê de rewşa aborî ya malbatê baş bû. Marx di ciwaniya xwe de li zanîngehên Berlîn û Bonnê bi Hegeliyên Ciwan re tevgeriya.
Elmanya nekarî Marx ragire
Piştre li Kolnê di rojnameyeke radîkal de nivîsî û li ser materyalîzma dîrokî xebitî. Di sala 1843’an de li Parîsê bi cih bû, li wir hevrêyê xwe Fredrich Engels ê ku dê heta dawiya jiyana wî bi hev re bin nas kir. Elmanya ya wê demê nekarî giraniya ramanên wî ragire. Parîs û Bruksel jî wek merc destkişandina ji siyasetê danîn pêşiya wî. Lê Marx ne ew kes bû ku serî li ber mercan bitewîne. Di sala 1849 an de hat sirgûnkirin. Li gel jin û zarokên xwe li Londonê bi cih bû. Di vê navê de beşdarê têkoşîna sosyalîst bû, di Enternasyonala Yekan de wek mirovekî girîng derket pêş.
Mercên sirgûniyê yên dijwar
7 zarokên Marx û Jenny çêbûn, lê ji ber rewşa wan li Londonê bi taybetî jî aboriya wan a nebaş, sê zarokên wan karîn mezin bibin. Yên din di zaroktiyê de, heta yek ji wan jî hîna bê ku nav lê bê kirin miribû.
Karl Marx wek zarokê malbateke Cihû yê xweşhal ji xwe re jiyanake jar û tengav hilbijart. Piştî salan qîmeta xebat û berhemên wî hate zanîn lê ew ne li dinê bû.
Marx û das Kapîtal kevin nabin
Di sala 2008’an de li Elmanyayê carekî din Marx di rojevê de bû, pirtûka salê ya herî zêde hatî firotin Das Kapîtal bû. Kapîtalîzm bi krîz û şerî ve temenê xwe berdewam dike. Balkêş e ku di her dema wan krîz û astengiyan de maldarên serdest yên cîhanê serî li Kapîtalê didin. Gelek xalên ku Marx di wê demê de destnîşan kirîn tînin rojevê û li ser dixebitin. Belê Marx di 14’ê Adara sala 1883’an li Londonê wek sirgûnekî, di nav mercên dijwar de mir, lê xeyal û berhemên wî bê ku kevin bibin û jar bikevin, bêrawestan rê nîşanê mirovahiyê didin…
YEKO ARDIL