Pêşketinên li Rojhilata Navîn, bi giştî, him firsendên nû radixin pêşberê Kurdan û him jî ji bo Kurdan xetereyên mezin di nava xwe de dihundirînin. Li hêlekê ve deriyê statûyê siyasî ji bo Kurdan vebûye, lê li hêla din Kurd, wekî ku li Bakur pêk tê, bi hovîtiya dewletan û komkujiyan re rû bi rû ne. 

Hêzên serdest ên navdewletî, yên mîna Amerîka û Rûsyayê dixwazin Kurdan li qadê mîna leşkerên xwe bikarbînin. Tirkiyê hemû hêza xwe ya siyasî, leşkerî û dîplomatîk bi siyasetên pir qilêr, li her beşên Kurdistanê û li seranserê cîhanê ji bo jiholêrakirina vîna Kurdan û belavkirina rêxistiniya wan xistiye meriyetê. Îran û Sûriyê jî Kurdan wek aktorekî siyasî hilnînin dest, di nava hewldana bikaranîna Kurdan a ji bo berjewendiyên xwe de ne...

Yanî him hêzên serdest ên navdewletî û him jî hêzên statûkoparêz û totalîter yên li herêmê di polîtîkayên xwe de, wekî çekeke ku pê li dijminê xwe bixin, li Kurdan mêze dikin û mafê Kurdan ên siyasî û însanî ji bo berjewendiyên xwe manîpûle dikin. Heta niha li derdora meseleyê re diçin û tên, lê nawêrin nav li rastiya Kurdan bikin... 

Wekî tê zanîn; heta niha di hewldanên dîplomatîk ên ji bo sekinandina şerê li Sûriyê de, Kurd ji tu civînên navnetewî re nehatin vexwendin, lê di hemû civînan de ji kes, kom û hêzên ku tevlîbûn zêdetir hatin niqaşkirin. Mînak; di Konferansa Cenêvê ya dawî de û ji wê civînê heta niha di dîplomasiya li ser krîza Sûriyê de rewşa Kurdan ji ya aktorên din zêdetir hate niqaşkirin. 

Hên tu kes bahsa statûyekî siyasî neke jî, Kurd bi pêşketinên wekî rêxistinîkirina xweseriya demokratîk, rêveberiyên cewherî û bi pêşketinên leşkerî ve di korîdorên dîplomasiya navnetewî de roj bi roj hên zêdetir xuya dibin û bandorê li rojevê dikin.

Li Rojava ji bo gîhandina kantonên Efrîn û Kobanê, gavên destpêkê hatin avêtin. Li Bakur li gel berxwedana gel a li navçe û bajaran, çalakiyên gerîla yên hişyariyê jî dest pê kirin. Tevgera Azadiyê ya Kurdî him bi rêxistinî, leşkerî, dîplomatîk û him jî bi berfirehbûna zemînê xwe yê civakî ve, ji her demê bi hêztir e.

Bi hewldanên ji bo tunekirin û bêvînhiştina Kurdan ve dewleta Tirk roj bi roj dişibe Sûriye û Iraqê. Wer xuya ye ku çeteyên selefîst ên li Sûriyê, li dijî pêşketinên Kurdan tên bikaranîn, ji îro pê de wê bibin bela herî mezin a li serê wan. Rejîma Tirk a ku li derve bi giştî hatiye dorpêçkirin, li hundir tenê bi kuştina Kurdan ve ketiye hewldana îspatkirina xwedîhêzbûne!..

Tirkiye, li bakurê Kurdistanê bi xwe bajaran dike wek xerabeyên li Sûriyê. Di encama van polîtîkayên pûç, li bajarên rojavayê Tirkiyê jî niha bi zêdebûna êrîşên bombeyî ve rejîm ji her hêlan ve diheje. Ji xwe hemû saziyên dewletê gorî gotin û daxwazên Serokkomar R.T.Erdogan tevdiger in; ahenga di navbera saziyên rejîmê de nemaye û bûye wek dewletekî despotîk û dîktatorî.

Amerîka jî, Rûsya jî ji bo berjewendiyên xwe dikanên siyasetên xwe yên bi Kurdan re, di rojekê de biguherînin. Kurd dizanin ku li sifra guran siyasetê dikin û têdikoşin. Ji ber vê yekê bi înad dibêjin; rêya sêyemîn, xweserî û bi herkesî re siyaseta serbixwe…

Di rewşeke bi vî rengî de gereke Kurd li her beşên welêt dev ji rojeva avakirina xweseriyê û jiyana xweser ber nedin. Gereke ji her hêlan ve û li her eniyan kar û barê xwe, hevdû temam bike. Him berxwedan û têkoşîn, him dîplomasî û him jî avakirina jiyana xweser wek rojeveke tekane, bi hev re û bi ahengekî bên bipêşxistin. Eger yek ji van lawaz bimîne, xetereyên heyî wê hê girantir bibin. Hêzên serdest gişt dipên ku Kurd şaşitiyekê bikin an jî xwe sist bikin, ku destketiyên wan hilweşînin.

Firsendên li ber Kurdan pir bûne, lê divê xetereyên heyî jî neyên jibîrkirin…