14’ê Tîrmeha 1982’an ew roj e ku li Girtîgeha Diyarbekir a Hejmar 5 kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akif Yilmaz û Alî Çîçek dest bi rojiya mirinê kir. Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ji bo dîroka Tevgera Azadiyê û Kurdistanê mîna çalakiyeke gelekî girîng cihê xwe di dîroka mirovahiyê de girt. 

Di pêvajoyekê de ku gotinên, "her tişt qediya, heta vir bû“, Berxwedana 14’ê Tirmehê ya Rojiya Mirinê li dijî teoriyên têkçûn, tinebûn, teslîmiyet û xiyanetê bû manîfestoya berxwedan û xwe ji û ve afirandinê. Ew çalakiyek e ku bûye maka hemû berxwedan, serhildan û lehengiyên piştî xwe yên li Kurdistanê. Di heman demê de xelekeke nû ya berxwedanê li zincîra dîroka berxwedanê zêde kir.  

Dewleta Tirk bi karakterê xwe yê Tirk-nijatperest-faşîst û înkarker li Mezopotamya û Anatolyalê xwe li ser xwîna beşên civakî yên tine hatin hesibandin û li derve hatin hiştin, ava kir. Ji ber vê yekê jî hewldana Kurdan mîna tevgereke dijminane didît. Ji bo vê yekê jî çi pêwist bû, diviyabû bikirana, yanî pêwist bû Tevgera Azadiya Kurd bihata perçiqandin. Darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê, mîna îfadeya vê yekê ya herî berbiçav derkete holê. Serokê cuntayê Kenan Evren piştî bi salan e li xwe mikur hat û got, “Rojhilat qut dibû, Kurdayetiyê şax dida, her rojê bêhtir otorîteya dewletê dişkand û bilind dibû. Leşker, polîs û memûrê Tirk êdî nikarîbûn biçin bajarên rojhilat. Bajahî û gundewarî bi tevahî ketibû destê wê rêxistinê ku dixwaze Tirkiyeyê parçe bike, ketibû destê eşqiya. Heger ne bi darbeyê, me yê çawa teror biqedanda, dewlet rizgar bikira, me yê çawa herêma Başûr-Rojhiatê Anatolyayê careke din bi dewletê ve girêbida?" 

 

Darbe li dijî Tevgera Azadiyê pêk hat

Şik û guman jê nîne ku hedefa bingehîn a li ser têgihiştineke bi vî rengî pêk hat, Tevgera Azadiya Kurd bû ku di heman demê de ji bo darbeyê, xistin hincet. Ji bo serketinê jî rêbaza bingehîn a dewletê bi kar anî êşkence, bi êşkenceyê teslîm girtin, li pey wê yekê jî li ser mirovan ferzkirina xiyanetê bû. Ji ber ku amûra bingehîn êşkence bû ji bo wê jî sînor ne hatibû danîn. Çi werê hişê mirov rêbazên wê yên êşkenceyê hatin îcadkirin û paşê jî li ser mirovan pêk anîn. Sînorê mirinê û kuştinê jî tine bû. Her serbaz, her leşker çiqasî dixwaze dikare êşkenceyê bike, serbest bû girtiyan bikûje. Mîna encam jî pêvajoya hovîtiyê ya ku di rûpelên tarî yên dîrokê de cihê xwe girt, pêk hat: Girtîgeha Diyarbekir a Hejmara 5’an.  

Axafitina yekemîn a nûnerê generalên darbeya 12’ê Îlonê, Esat Oktay Yildiran wisa bû: “Ez ê li vê girtîgehê, li Amedê, li girtîgeha nû hate avakirin a bi hejmara 5´an PKK’ê biqedînim. Ez vê yekê wisa ji xwe re nabêjim, û tenê ji bo axaftinê nayînim ziman. Ferman dane min, ji jor, herî jor ferman dane min. Min fermana ku gotin, ‘Esat tu serbest î, înîsiyatîf a te ye, heta tu bixwazî tu dikarî bikûjî, heta tu bixwazî dikarî seqet bihêlî, heta tu bixwazî tu dikarî wan bi dar ve bikî.’ Piştrastkirina min a vê yekê jî dema hûn li fermanên min guhdarî nekin, wê were dîtin. Ez ê hişyar bikin, demê bidim û paşê jî pêk bînim. Pratîka min a Qibrisê heye, min ji wan deran, ji Rûman, dolê Yewnanan, ji jin, ciwan, kal û heta bi zarokên wir bipirsin. Bipirsin û bibêjin, 'fermandê kampa we Esat mirovekî çawa ye’. Binêrin ka wê çi bersivê bidin. Ya rast kesî karibe bersivê bide, nema lê dibe ku çendek jibermayiyên şûr mabin…"

Esat Oktay Yildiran xwest girtîhgeha Hejmar 5 veguherînê xiyanetxaneyekê, febrîqeyekê ku êşkenceyê hildiberîne, akademiyeke ku Kurdên xayîn lê terbiye bike, lewra jî wisa digot: “Ev der dibistaneke leşkerî ye, herkes wê li gorî pîvanên vê dibistanê tevbigere, kesekî bi tenê yê li gorî wê tevnegere namîne" û ji bo wê çi pêwîst bû, êdî ew dikir." 

  

Teslîmbûn xiyanetê, berxwedan serkeftinê tîne

Mazlûm Dogan: "Demeke giran, gelekî giran di ser me re dibihure. Em bi rewşa herî kûr a tasfiye û tinekirinê re rûbirû ne. Berdêl çi dibe bila be, divê em li ber xwe bidin. Tenê bi berxwedanê em dikarin vê pêvajoya giran li pey xwe bihêlin. Ji bo vê yekê jî sirûd û slogana me ya bingehîn divê ev be: Teslîmbûn ber bi xiyanetê ve dibe, berxwedan ber bi serketinê ve…" 

Kemal Pîr: "Şoreşger ew kes e ku rojên zehmet fêhm dike û li gorî wê sekna xwe nîşan dide. Dîtin, analîzkirin û ji zorê bihurîn, karê şoreşgeran e. Naxwe, ti wateya ku em ji xwe re bibêjin, em şoreşger in tine ye. Divê em jî di vê pêvajoya zor û giran de rêyeke rizgarbûnê bibînin. Karê me, berpirsiyariya me ev e. Em ne kadroyên tevgereke ji rêzê ne, em kadroyê tevgereke mîna PKK’ê ne ku paşerojê gelekî baş dibîne û dikare di xeta heqîqetê de bimeşe. Em ê van rojên giran li pey xwe bihêlin, ez bi vê yekê bawer im."

Hayrî Durmuş: "Kurdistan vediguhere Vîetnamê. Herkes wê qêrînên van mirovan bibihîze. Em di rojên zor û çetîn re derbas dibin. Em di nîvê labîrenteke tarî de mane asê, lê em ê karibin vê yekê li pey xwe bihêlin. Ya rast hewceyî bi ketina nava lêgerînên mezin tine ye, berxwedan jehrkuja hertiştî ye. Heger em li ber xwe bidin, ya girîngtir jî em berxwedanê rast bimeşînin, ti pirsgirêk çê nebin. Belê em ê êşê bikişînin, em ê rastî êşkenceyên giran werin, di dema vê berxwedanê de dibe ku em bimirin, lê ez bawer dikim yê bi ser bikeve em in."



  

Çalakiya Mezin a Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê li ser van gotin û analîzan hate destpêkirin. Di destpêkê de Mazlûm xwe feda kir. Mazlûm Dogan ku fadaiyê yekemîn ê Tevgera PKK’ê ye, rêya ji tarîtiyê derketina ronahiyê bi fedakirina bedena xwe nîşan da. Got, "Divê pêşî ez bimirim" û bi rastî jî di rêya heqîqetê de li ber xwe da û di 21’ê Adara 1982’an de, di Newrozê de xatir ji hevalên xwe xwest. 


Mazlûm û Çaran bingehê berxwadanê ava kir

Piştî çalakiya Mazlûm Dogan bi du mehan vê carê Ferhat Kurtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner hev û din hembêz kirin û bedena xwe dane ber êgir. Piştî çalakiya Ferhat, Mahmût, Eşref û Necmî ya fedaiyane Berxwedana Mezin a Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê dest pê kir. Ev çalakiya ku bi pêşengiya Hayri Durmuş û Kemal Pîr dest pê kir, bi hedefên siyasî hate bipêşxistin. Mîna berxwedaneke lehengane ya gelê Kurd ev berxwedan watedar bû. 

Hayri Durmûş, di rûniştina dadgehê de ragihand ku wan biryara çalakiyê daye û got, "Ev hatina min a dawî ya dadgehê ye, ji ber ku ji îro û pê ve ez dest bi rojiya mirinê dikim" û li pey wî yekser Kemal Pîr rabûbû û gotibû: "Bi berxwedaneke mezintir, kûrtir, berfirehtir û zanistî me dikaribû, em nehêlin ev pêvajo bigihîje vir. Berê min gotibû, kî berxwedanê bide destpêkirin, ez ê diduyan im. Ez jî dibêjim, ez dest bi rojiya mirinê dikim û careke din li vir baweriya xwe bi wê yekê îfade dikim ku em ê herika dîrokê biguherînin…"

Piştî koma yekê, çend komên din jî beşdarî çalakiyê bûn. Hejmara çalakvanan gihiştibû 30 kesî. Ji bo beşdariyên nû pêk neyên, Esat Oktay Yildiran çi pêwist bû dikir. Lê bê encam dima. Girtiyan dîwarê tirsê rûxandibû, hîsên xwe yên şermê ji nû ve zindî kiribûn, gihiştibûn bîreweriya rêya xwe gihandina heqîqetê. Tirs qediyabû. Çalakiyê giyan û bîrewerî dabû girtiyan. 

Hayri Durmûş û Kemal Pîr bi biryar û bi sebr bûn. Dixwestin çalakiya fedayî ya bi bedena xwe dana destpêkirin, bi ser bixin, serketina pêvajoyê bidest bixin, cûntayê têk bibin û serketina tevgera ku pêşengiya wê dikin, ragihînin. Ew bi şêwazekî misoger ketibûn ser rêya serketinê. Ji bo wan serketin, bi mirina xwe, bi bedena xwe têkbirina dijmin bû. 

Partiya ku ava kiribûn ne tenê ya gelekî bû, îradeya hemû gelên Mezopotamya û Anatolyayê, her wiha îradeya hemû gel û baweriyên cuda yên Rojhilata Navîn bû. Li dijî vê partiyê komplo pêk hatibû û ji bo vê yekê jî li Tirkiyeyê darbe hatibû lidarxistin û darbeya leşkerî gihiştibû encamê. Û yên ev darbeya leşkerî pêk anîbûn, niha li Zîndana Hejmar 5, plan û amadekariyên ji holê rakirina vê partiyê dikirin.

Hayri Durmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz û girtiyên din ên ketin Rojiya Mirinê, dizanîbûn, heger partiya wan were tinekirin wê ti wateya bedena wan jî nemîne. Ji ber vê yekê jî ji mirinê ne ditirsiyan. Her wiha mirina wan wê di bedena bi milyonan mirovî de, di giyana wan de bibûya sedema jiyaneke din.  

 

Mirin a di oxira jiyanê de

Ji bo vê yekê Kemal Pîr bi ajanê CIA´yê Mustafa Ozcanli yê bi kincê doktoran re diqîriya: “Bicehime biçe dotor. Kî ji jiyanê hez nake? Em ewqasî ji jiyanê hez dikin lewma em di oxira wê de canê xwe didin.“

Alî Çîçek jî di rûyê heyeta dadgerên celad de digot; "PKK’ê ne teslîmbûn, berxwedan, lehengî, cesaret û lehengî fêrî me kir. Ji ber vê yekê jî di asta em gihiştinê de êdî em ê pîvanên we û şêwazê jiyanê yê li ser me ferz dikin qebûl nekin."

Akif Yilmaz ji hevalên xwe yên hucreyê de gotibû: "Min nikarîbû Mazlûm ji girtîgehê birevînim, tişta herî ez pê diêşim û bi min giran tê ev yek e. Ji bilî vê hemû wezîfeyên partiyê dayî min, min bi cîh anîn. Lê di heman demê de ev kirinên li girtîgehê û hovîtiya li ser me hate meşandin, ji min re bû derd. Ev rewş jî min pir xemgîn dike. Tenê telefiyeke vê yekê heye ew jî xwe fedakirin e."

Û bi çalakiya van fedaiyan ne gelek mabû ku Esat Oktay Yildiran û sîstema wî ava kirî parçe bibe. Piştî gavekê, êdî wê serketin bidest bixista û jiyana wan a fizîkî bi dawî bibûya. Êdî wan bi encamên pêvajoya piştî gava werê, dizanîbû. 

Di maratona azadiyê de di roja 50´î de Kemal Pîr êdî çavên xwe wenda kiribûn, ji hêzê ketibû û guhê wîn êdî gelekî hindikî dibihîstin. Ji cihê ku lê rûdinişt û bi şev li ser radiza gelek caran dikete xwar. Doktor Mustafa Ozanlar ê celad ku ev rewş didît, ji bo wî têk bibe çi ji dest dihat dikir. Kemal Pîr ev bersiv dabû celadê bi kincên doktoran li wir bû: "Ez bi wateya Rojiya Mirinê jî baş dizanim. Ne tu, yên li dij min şerê psîkolojîk dimeşînin bila werin, doktor. Tu nikarî bi min re şer bikî, tu biçe, bila yê aqil dide te were, bila êşkencevan Esat Oktay Yildiran ê te mîna piyonekî bi kar tîne, were…"

Piştî vê axaftina dîrokî bi pênc rojan, Kemal Pîr rakirin nexweşxaneyê û di 9’ê Îlona 1982’an de mîna yekemîn şehîdê Rojiya mirinê beşdarî karwanê nemiran bû.

Piştî wî Hayrî Durmûş rakirin nexweşxaneyê. Hayrî Durmûş ku li vir jî li ber xwe da, ji girtiyekî re gotinên xwe yên dawî wiha bi lêv kiribûn: “Diviyabû çalakiyek hebe ku di encama wê de mirin hebe ku em karibin tevgerê rast biparêzin. Ji bo tevgerê rast biparêzim min biryara çalakiyeke evqasî giran da. Û min dizanîbû ez ê bimirim. Tenê me dikaribû bi bedena xwe tevgerê biparêzin."

Piştî vê axaftinê bi demeke kurt, 12’ê Îlona 1982’an gihişte mertebeya şehadetê. Akîf Yilmaz 15’ê Îlona 1982´an, Alî Çîçek 17’ê Îlona 1982’an nemir bûn. Wan jî heta nefesa xwe ya dawî tawîzeke piçûk jî neda.  

Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, berxwedan e, serhildan e, îsyan e, mîna manîfestoyeke şoreşa Kurdistanê çalakiyek e ku li dîroka Kurdan, Tirkiyeyiyan û gelên Rojhilata Navîn hat nivîsîn. 

Hayrî Durmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên îmzeya xwe avêtin bin vê çalakiyê, mîna lehengên vê çalakiya dîrokî pêşeng in û navê xwe li dîroka mirovahiyê bi tîpên zêrîn nivîsandin.