Galaya belgefîlma “Xaça Veşartî (Sakli Hac)” a ku qala ermeniyên kirine misilman dike li Eywana Sînemayê ya Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat pêşandan.

Galaya belgefîlma “Xaça Veşartî (Sakli Hac)” a ku qala ermeniyên li navçeya Gêlê ya Amedê piştî komkujiya ermeniyan a di sala 1915’an de kirine misilman dike li Eywana Sînemayê ya Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat pêşandan. Di galayê de Hevşaredara navçeya Gêlê Gulistan Ensarîoglû û bi sedan welatî tevlî bûn. Di serî de hunermend Zîlan Tîgrîs û Istepan Epremyana stranên xwe pêşkeş kirin. Piştî wan hunermend Sasa Serap jî stranên xwe pêşkeş kirin. Hûnermendan stranên xwe bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî, ermen û tirkî gotin. Beşdaran bi baldarî guhdar kir. Piştî stranan belgefîlm hat pêşandan.

“Ev belgefîlm ji bo xwerexnekirinê ye” 

Piştî belgefîlm qediya derhêner Altan Sancar û Serhat Temel li ser belgefîlmê kurt axivîn. Serhat Temel diyar kir ku ev belgefîlm çîroka zarokatiya wan bû û wiha axivî: “Em dizanin ku ev mesele bi lêborînxwestinê tenê tê nixumandin. Heke rastî xeletiyek hebe, divê mirov pê re rûbirû bibe. Ev belgefîlm ji bo me rûbirûbûn e, û xwerexnekirin e. Hêvî dikim ku ev bibe wesîle, civak jî pê re rûbirû bibe û bêne rû hev.”

 “Ya girîng ew e, mirov were rûhev”

Altan Sancar jî destnîşan kir ku ew neviyê malbatek ermen e ku hatiye misilmankirin û wiha got: “Çi bibe bila bibe eybek heye û em ser vê eybê negirin, em mecbûr in ku bi ser vê eybê de biçin. Lê ji bo me ya girîng ew e, em pê re rûbirû bibin, leborînek têrê nake. Hemû nebaşiyên li ser vê axê 1915’an dest pê kirine. Hemû tiştî bi polîtîkaya qirkirinê ya ermenan dest pê kir. Weke siyasetmedarê girtî Sirri Sureyya Onder gotî, ‘me nedihişt ku li wî ermenî bixin’. Heke me nehiştibûya li wî ermenî bixin niha hewce nedikir em ji bo demokrasiyê têbikoêin. Ev demsala ku Tirkiye tê re derbas dibin bingehê wê belkû di sala 1915’an hatiye danîn. Heke em bi rastiya sala 1915’an re hevrû bibin wê demê hinek tişt wê biguherin.”

AMED