Luqman GULDIVÊ
Pêvajoya gotarên avaker ji bo neteweyekê, yekser elaqedarî rastiyan û rabihuriya komên wê neteweyê pêk tînin, nîne. Em bi mînaka Fransayê dest pê bikin ku bêguman yek ji netewe dewletên herî serketî ye û xwedî yek ji gotarên herî xurt ê avaker e ji bo neteweya xwe. Fransa û neteweya Fransî rabihuriya xwe disipêre miletê Galî. Heta ku pirtûkên dîrokê, nexasim jî yên dibistanan dest bi belavkirina vê gotarê nekir, ev yek nebû. Helbet li pey vê yekê jî biryara aliyên siyasî heye ku van gotarên avaker belav dikin. Ka em berê xwe bi kurtî bidin bûyerên dîrokî û paşê li gotara avaker a netewe ya li Fransayê binihêrin.
Em ê ji ber vê yekê ji dagirkirina Welatê Galiyan a di navbera salên 58-50 beriya mîladê biçin. Di vê demê de Împeretoriya Romayê bi artêşa xwe bi ser welatê Galiyan de diçe ku kêm û zêde teqabulî erdên Fransaya roja îro dike. Di muharebeya Alesiayê de sala 52 beriya mîladê, artêşa Romayê serketina diyarker bi dest tîne. Sezar ku serokê artêşa Romayî bû hingî çiqasî vê dagirkirinê weke şerekî pêşîgir li êrişên Galiyan li dijî Împeretoriyê bi nav bike jî, di rastiyê de vî şerî rê li ber wê yekê vekir ku Sezar bibe împeretor.
Vercingetorix mîrekî Galiyan bû ku li dijî artêşa dagirker a Romayî hemû eşîr û mîrîtiyên Galiyan kirin yek, lê li hemberî Romayê di dawiya dawî de şikest û teslîm bû sala 52´yê beriya mîladê. Piştî hingê ev erd heta bi serdema hilweşîna Romayê dagirkirî man.
Mirov rastiyê bibêje, dagirkirin di dîroka vê erdê de dewam dike. Sala 481´ê piştî mîladê, Clovis dibe serokê Frengên Saliyanî û ew hingê 15 salî ye. Paytexta wî li Tournai (li Belçîkaya îro) ye. Rêveberiya Romayî hingê weke paytexta rêveberiya xwe ya li Welatê Galiyan bajarê Soissonê bijartibû ku qederê 100 kîlometroyekê dûrî Parîsa îro ye. Clovis sala 496´an bi artêşa xwe bi ser vê rêveberiyê de digire û tevahiya bakurê Fransaya îro dixe bin kontrola xwe û ya rastî bi dagirkirinê Galiyan dike yek. Bi demê re çi lihevkirin çi jî dagirkirina eskerî ev desthilata wî li tevahiya Welatê Galiyan belav kir. Frengan li ser Welatê Galiyan hukmê xwe kir weke miletekî erdên wî fetihkirî.
Bi her halî ji ber ku adeta hingê ya Frengan ne yekgirtina meliktiyê, lê dabeşkirina wê di nava hemû kurên melikê mirî de bû, ev meliktî wê yekgirtî nemana. Lê bi her halî, miletên ku xwe weke Freng bi nav kirin û hukmê wan qebûlkirin, êdî bûn Freng û navê Fransiya li welatê xwe kirin. Ev hukm wê bi Charlemagne li tevahiya Fransa, Elmanya, Îtalya û qismekî mezin ê Spanyaya îro belav bikira. Lê di navbera kur û neviyên wî de wê împaratorî dabeş bibûna. Welatê ku paşê wê weke meliktiya Fransa di serdema navîn û paşê di serdema nû de bi gewde bibûna, ji vê dîroka reel tê.
Lê gava ku em berê xwe didin gotara avaker a netewe, em dibînin ku miletê Galî weke pêşiyên netewe tên binavkirin. Berxwedana wan a li dijî Sezar ku 8 salan dewam dike û mîrê wan Vercingetorix jî di nava mîta avaker de cihekî girîng digirin. Navê welat, melikên wê tevî ku dagirker in, heta bi dagirkeriyê yekîtiya eşîrên Galiyan pêk hatibe jî, di gotara modern a avaker de tercîheke din hatiye kirin û bi awayekî serketî jî gotara vê tercîhê hatiye avakirin. Bi hêsanî Vercingetorix weke fîgurekî teslîmker û xayîn dikarî bê avakirin, pê re jî Galî weke miletekî fetihkirî û şikandî dikarîn bimînin di gotara avaker de. Lê diyar e ku avakerên neteweya Fransî piştî meliktiyê pêdivî bi mîteke avaker a bi vî rengî hîs kirine; û ya rastî hem di bîra kolektîf a nenivîsî û hem jî di belgeyên Romayî de têra xwe agahî hebûn ji bo ku ev gotar û mîta wê xweş bên avakirin.
Ji bo Kurdan di dîroka wan de hem fîgurên mîtolojîk hene, ku yek ji van Kawayê Hesinkar e, û hem jî fîgurên dîrokî hene yên weke Silhedînê Eyûbî. Tevî ku fîgurên mîtolojîk bêhtir di gotara avaker de hatine bicihkirin, fîgurên dîrokî di nava zelûliyeke baş-xirab, siltan-xayîn de hatine bêtesîrkirin ku pêvajoyeke rehabîlîtasyona di nava gotareke nû de ji bo wan şert dibe ji bo ku weke fîgurên avaker di nava gotara avakirina netewe de karibin bên bicihkirin.