Cotkaran diyar kirin ku ji ber hişkesalî û buhabûna mazotê di hilberînê de kêmbûnek çêbûye. Cotkaran da zanîn ku li gorî par di çandiniyê de ji sedî 50 kêm bûye, îsal berdêla keda xwe jî dernexistine û saleke din ewê çandiniyê nekin. Omer Yagiz got ku par 30 hezar metrekare çandine lê belê berhemek bi dest nexistine û îsal jî 15 hezar metrekare çandine. Yagiz bilêv kir ku ji ber ku nikarin ji derve cotkaran bigirin bi malbata xwe re dixebite û wiha got: "Ligel vê yekê jî em mesrefa xwe nikarin derxînin. Dewletê qet alîkarî neda me. Ligel ku dizanin her sal li Erdîşê çandinî paşve diçe jî dîsa alîkarî neda cotkaran. Rojekê jî rayedarek dewletê nehat li deriyê me nexist û bi me re nebûn alîkar. Vê salê zirarek mezin me dît. Ger ku bi vî awayî bidome em ê salekî din çandiniyê nekin û dest ji çandiniyê berdin."  

Cotkar Fîkret Yildiz jî diyar kir ku ligel dahat ji derve hat jî dîsa ji neçarî bi nîv heqî firotine û ji ber hişkesaliyê gazincên xwe anî ziman. Yildiz destnîşan kir ku berê fêkiyên jierd radikirin li ser hev li ser riya Wan û Agiriyê difrotin lê îsal ji neçarî perakenda firotine û wiha berdewam kir: "Em çi jî bikin nikarin mesrefa xwe derxînin. Îsal me yeko yeko firot. Ez û malbata min bi hev re li erd dixebitin. Ger ku ev pirsgirêka me neyê çareserkirin em ê dest ji çandiniyê berdin." Yildiz bi bîr xist ku heta niha tu alîkarî nedane wan û hemû keda wan li heqê elektrîk û mazotê diçe. Yildiz anî ziman ku ligel hişkesaliyê buhabûna mazotê wan xistiye nava fikaran û wiha domand: "Emê saleke din çandiniyê nekin. Em her roj serê sibê seat ji 05.00'an heta 19.00'an dixebitin. Destê me ji xebatê werîmine. Ligel vê yekê tu tiştek nakeve destê me. Ji ber hişkesaliyê min sondaj koland û ji bo vê jî elektrîk hewce ye. TEDAŞ ji bo trafo 35 hezar Tl stend. Ger ku min ev yek nekiribûya wê zadê min hişk bibûya."

WAN