Bi dirûşmeya ″Na ji girtîgeha Îmraliyê re…erê ji azadiya Serok Apo re″ welatiyên bajarê Dêrikê meşiyan û ji bo daxwaza azadiyê kir. 

Di meşê de bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê û navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer amade bûn. Meşvanan tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û ji rêxistinên mirovî û hiqûqî xwestin ku ji bo diyarkirina rewşa Ocalan bixebitin.

Meşvan li qada Azadî ya bajarê Dêrikê dest pê kir û navenda Şehîd Bawer a YCR′ê rawestiya. Piştî rêzgirtina ji bo ruhê cangoriyan Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif axivî û anî ziman ku dewleta Tirk ji bo gelê Kurd ji Rêberê Kurd dûr bixe, tecrîd li ser wî ferz kiriye.



Hediye bi bîr xist ku hemû gelên binedest bi armanca şermezarkirina tecrîdê daketine qadan û wiha domand: ″Bi saya felsefeya Ocalan, biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera hemû gelên Bakurê Sûriyê de pêk hat. Felsefeya neteweya demokratîk jî li ser vê felsfeyê hatiye hunandin″. Hediye di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo zelalkirina rewşa Ocalan tevbigerin.

Meş bi dirûşmeyên ″Bê Serok jiyan nabe″ bi dawî bû. 


ANHA/DÊRIK