Êzîdiyên ku gelên cîranên wan ên li cografyaya dijîn jî ji hebûna wan agahdar nînin piştî ku DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin û qatlîam pêk anî wekî ku ketin navika jiyana me hemûyan.


Neynika mirovahiyê

Rojnamger Mazlum Ozdemîr di rojên ku têkîldarî Êzîdiyan nîqaş pêk tên de ji bo ku em cihana Êzîdiyan a ku em nizanin hîn bibin wekî eynikek girtiye. Dema em pirtûkê dixwînin fêm dikin ku em xwe di wî eynikê de bibînin, bi xwe re, bi mirovahiya xwe re û bi jiberkirinên xwe re rû bi rû bên. Ozdemîr dema ku ji ber doza KCK'ê hatibû girtin pirtûk nivîsandiye û di destpêka pirtûka xwe de girîngiya hevrûbûnê bi gotina "çalakiya hevrûbûnê ancax dikare bibe rastiya kesên wêrek in. Kesên ku vî hêzê nagirin, dê nermûbûna xwe jî winda bikin û jibilî xwe wekî wanek li dora xwe binêre. Li şûna jiyanê xurtir bike dê jiyanê bikuje, li şûna lêgerîna jiyanê ji jiyanê direve. Ev jî bi tevahî taybetiyên bindesta nin."

Ozdemîr ev pirtûk di heman demê de wekî rêwitiya ber bi hundirê xwe ve jî pênase kiriye û şibandineke wisa daye: "Wekî çîroka Kurdên Misilman û rewşa Kurdên Êzîdî li aliyeke xwîşk û birayên ku ji heman dayik û bavê çêbûnê lê bi salan ji hev cuda mane ye." Ozdemîr bawer dike ku her Kurdek teqez parçeyeke ji xwe di pirtûkê de bibîne.


Êzidî xwe vedibêjin...

Di vî pirtûkê de ji pirtûkên din tişta cuda jî Ozdemîr hemû naveroka pirtûka xwe di demên ku bi êzidiyan re jiyaye aniye ber hev. Ji ber vê yekê jî di rasterast vegotinên Êzîdiyan em pirtûkê de dibînin. Cejnên xwe, rîtuelên olî, cihên pîroz, êşên ku jiyane hemû em bi ziman û vegotinên Êzîdiyan ve di pirtûkê de dibînin. 

Ozdemîr di pirtûkê re jibilî vegotinên Êzîdiyan gelek çavkanî jî lêkolîn kiriye û merhaleya pêşketina baweriyên Êzîdiyan lêkolîn kiriye û bi xwendevanan re parve kiriye.

Ev mirovên ku di sedsala 21'emîn de jî ligel hemû pêkûtiyan baweriyên xwe diparêzin dev ji baweriyên xwe bernadane jiber û mecbûr mane derkevin derveyî sînorên xwe êdî li navika jiyana me ne. Ji ber vê yekê jî hemû kesên li vî cografyayê dijîn nêrîna wan a Êzîdiyan di kurbûna dirokê de dîtina xwe ye. 


 DÎHA/AMED