Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên yekîneyên xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê ragihand ku Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş a gerîlayên HPG’ê û YJA Starê dabû destpêkirin bi xurtî didome. Li aliyê din operasyonên artêşa Tirk a 16’ê Hezîranê li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi armaca dagirkirinê dabû destpêkirin, dewam dikin ku heta niha 7 eskerên dijmin hatine kuştin.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gerîlayan li Şemzînan û Geverê derb li eskerên artêşa Tirk xistine û got: “ Hêzên me yên YJA Starê 3’ê Tîrmehê li girekî  nêzî gundê Tisê yê Şemzînanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistiye. Li vê derê hêzên dijmin derbên mezin xwarine lê belê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin.” Her wiha HPG’ê li ser çalakiyên yekîneyên xwe, da zanîn ku di 2’yê Tîrmehê de jî wan çalakiyek li dar xistiye ku ev yek jî li dijî eskerên li Girê Şehîd Gafûr ên li Geverê bûye, lê belê encamên vê êrîşê jî nehatine zelalkirin.


2 esker hatin kuştin

HPG´ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku operasyona artêşa Tirk a li dijî Herêmên Parastina Medyayê didomin û got: “3’yê Tîrmehê hêzên me kozikên dijmin ên li Qela Bedewê kirine hedef. Di vê çalakiyê de kozikek hatiye îmhakirin û 2 leşkerên dijmin jî hatine kuştin.”


4 zarokên Kurdistanê şehîd ketin

HPG’ê dest nîşan kir ku 28’ê Hezîran artêşa Tirk a dagirker li qada gundê Reşanê ya Licê ya bi ser Amedê operasyonek daye destpêkirin û got: ” Hêzên dagirker di 29’ê Hezîran de bi helîkopterên Skorksky leşker danîne qada operasyonê. Piştî daketina leşkeran hêzên me li leşkerên dijmin dane. Di şer de hevrêyê me Farqîn bi şêwazeke fedaîyane çûye ser hêzên dijmin û heta guleya xwe ya dawîn şer kiriye. Hevrêyên me Serhildan, Deştî û Salih jî gihaştine şehadetê.

Di encama berxwedana li dijî leşkerên Tirk a 3 rojan domî de 5 leşkerên dijmin hatine kuştin û 6 leşkerên dijmin jî birîndar bûne.


Kontra hat cezakirin

Di daxuyaniya xwe de HPG´ê bal kişand ser kesên kontra û got, “Hêzên me tevî hemû agahdarî û hişyariyên dewleta Tirk a mêhtinger a ku li ser gelê Kurdistanê weke rêbaza şerê taybet dide meşadin dewam dike, yek ji van kontrayê bi navê Aydin Ahî 1’ê Tîrmehê saet derdorî 22:00’an li gundê Bogazkesen a girêdayî navçeya Qelqelî ya Wanê ji aliyê hêzên me ve hatiye cezakirin. Em carekî din didin nîşandan ku her kes an jî kesên li hemberî gelê me têkeve nava kiryarên şerê taybet û li dijî gelê me sûc bike wê li ser navê şoreşê hesab jê bê xwestin.” 


 ANF/BEHDÎNAN