Di destpêka derketinê de ava kaniyê di riyeke fireh re diherike û di dawiya rê de avrêjeke fireh çêdibe. Piştre ava kaniyê digihêje Çemê Xabûrê.
Ava wê derman e
Rengê ava kaniyê keskekî vekirî bû û gelek madde di navde hene. Tê gotin ku ava kaniyê ji bo nexweşiyên movik, kula romatîzmê, êşên lemlateyan, geznek (Ekzema) û hemû nexweşiyên çerm dihate bikaranîn. Lewre li ser avê cih hatine çêkirin û rojane hejmarek mezin ji welatiyên Serêkaniyê û herêmên din ji bo dermankirinê diçûn cihê kaniyê û bi ava wê xwe dişuştin dikirin. Welatiyê bi navê Tariq El-Yezîdî yê 65 salî diyar kir ku ji ava kaniyê dermanê gelek nexweşiyan e û wiha got: “Min jî xwe bi ava kaniyê şûştiye û ji bo parastina ji nexweşiyan hemû welatiyên herêmê zarokên xwe mehane dibirin cihê kaniyê û bi ava wê dişuştin.”
Lê di salên dawî de asta derketina avê ji kaniyê daketiye. Hêzên rejîmê ji bo derxistina avê turimpeyên derxistina avê bicih kirin. Bi riya turimpeyan av dihat derxistin û di çem re diherikî. Li aliyê din komên çete jî dema ku derbasî herêma Serêkaniyê bûn, turimpeyên avê dizîn. Ji ber van pêkanînan niha ava kaniyê zuha bûye.
Serêkaniyê li ser gola avê ye
Beriya çend salan hin zanyarên xaknîgariyê li bajarê Serêkaniyê derbarê av û xaka bajêr de lêkolînên zanistî kirin. Zanyaran gotin ku bajarê Serêkaniyê li ser goleke mezin ya avê ye û ji ber vê jî gelek kanî lê diteqin. Li gorî çavkaniyên zanistî, kwîrbûna kaniyê 200 m heye û di salên dawî de ji kaniyê di yek saniyê de 458 m2 av derdiket. Ji bo çareserkirina pirsgirêka turimpeyên derxistina avê Seroka Şaredariya bajarê Serêkaniyê Şaha Mihemed destnîşan kir ku di dema niha de derfetên çereserkirinê û peydakirina turimpeyên avê tune ne û got ku ji bo peydakirina pêdiviyan dê mijarê bi berpirsyarên şaredariya bajarê Qamişlo re gotûbêj bikin û hewl bidin ku ava kaniyê wekî berê bête derxistin û ji bo xizmeta welatiyan bête bikaranîn.
ASIYA ISMAÎL/ANHA/SERÊKANIYÊ