
CÎHAD HEWRAMÎ/ROJNEWS / HELEBCE
Li girê dîrokî Bekrawa yê Helebce gelek berhemên dîrokî ji aliyê tîmên Iraqî û biyanî yên arkeologan ve hatin dîtin. Arkeolog Derbaz Elî dibêje, ji ber nebûna muzexaneya Helebce, hemû berhem birine bajarên cûda yên Iraq û Silêmanî.
Ji ber ku Kurdistan xwedî dîrokeke kevin û navenda Mezopotamya ye, xwedî gelek cihên dîrokî ye. Girê Bekrawa yê li Helebce, yek ji wan cihên dîrokî ye ku niha lêkolîn li ser tê kirin û xwedî dewlemendiyeke berhemane. Niha jî lêkolîn li ser dewam dike.
Dîroka ji serdema Lolo û Asûriyan
Têkildarî dîroka girê Bekrawa, Arkeolog Derbaz Elî dibêje, “Şunewarên girê Bekrawa di dema xwe de erdeke rast bû. Piştî bicih bûna welatiyan ya li wir û derketina gir bi awayê kelha Hewlêrê, ev gelek sale jiyan li wir rawestaye. Piştre ji ber rabûna lehî û heziyana erdê, nîşanên şunewariyê derketin holê. Piştre diyar bû ku cihê hikûmdariya Sobarî, Roj û Loloyiyan bûye ku rastî serdema Babilî, Lolo û Asûriyan tê û heta digihije serdema şaristiya Îslamê û rêveberiya Ebasî û Emewiyan.”
‘Berhemên bi nirx ne bi qanûnî hatin firotin’
Derbaz Elî wekî din got, “Dema sala 1960’î bendava Derbendîxan hat çêkirin, saziya arkeolojiya Iraqê hewl da parastina gir ya mayîna di bin avê de bike û yekem car dest bi lêkolîna gir û dîtina berheman kir. Di encamê de gelek berhemên nivîsa bizmarî li ser mijarên salname li gel gelek cerik û avahiyên kevin ên dîrokî derketin holê. Dîroka wan jî heta bi serdema Asûriyan diçe. Ew lêkolîn bi giştî di kovara Sumer, kovareke zanistî ya Iraqê de bi zimanê Erebî û Ingilîzî hatin belavkirin.”
Derbaz Elî diyar kir ku piştî erkê tîman temam bû, welatiyan dest bi kolîna gir kir û got, ew berhemên bi nirx yên ku welatiyan li gir dîtibûn, bi rêyên ne qanûnî difirotin.
‘Tê gotin yekem bajarê Iraqê ye’
Derbaz Elî axaftina xwe wiha domand: “Sala 2010’an jî tîmek ji zanîngeha Heidelberg a Elmanyayê peymanek li gel rêveberiya arkeolojiya Silêmanî ji bo lêkolîna li ser gir û dîtina berheman heta sala 2014’an îmze kir. Çar werzan lêkoliyan û gelek berhemên dîrokî, belgenameyên dîrokî dîtin ku pirraniya wan cerik bûn û di nav wan de jî prens û qralên hikûmdarên wê demê hebûn. Her wiha gelek berhemên bi nirx yên weke zêr, zîv û zumrut dîtin. Arkeologên tîmê digotin, li Iraqê yekem bajarê nîştecîbûnê ev gir e.”
‘Muzexaneya Silêmanî xemsar e’
Arkeolog Derbaz Elî îşaret bi qirkirina çandî û dîrokî jî kir û got, “Mixabin çawan ku em hatin enfal û kîmyabarankirin, bi heman awayî dîroka me jî ji aliyê desthilatdarên Iraqê ve jî hatiye Enfal kirin ku gelek berhemên bi nirx birine û li me venagerîne. Niha jî rêveberiya şûnewarên Silêmanî li hember parastina cihên dîrokî yên Helebcexemsar e. Bi taybet li hember girê Bekrawa. Ji ber nebûna muzexaneyekê li Helebce hemû berhemên vî girî birine muzexaneya Silêmanî.”
Girê Bekrawa yê dîrokî nêzî bajarê Helebce ye. Yek ji cihên dîrokî yên herî kevin ê Şarezûr û Kurdistanê ye. Li gorî encama lêkolînên ku hatine kirin, dîroka wê heta bi 5 hezar salan diçe. Tîmên arkeolojiyê yên Iraqê û welatên biyanî lêkolîn li ser kirine û gelek berhemên dîrokî dîtine û lêkolîna li ser gir jî hîna dewam dike.