Li Girê Kêçlê 250 kevirên dişibin Xerabreşkê hatin tespîtkirin. Li Girê Kêçlê kolanên arkeolojîk jî dest pê kirin. Prof. Dr. Necmî Karul got, di navbera kevirên Xerabreşkê û Girê Kêçlê peywendiyek heye.
Li cihanê mabeda bîrdariya herî kevnare Xerabreşkê ye. Li Girê Kêçlê jî 250 kevirên bi şeklê “T” ku dişibin yên li Xerabreşkê û dîroka wan jî heta bi 11 hezar û 500 salan diçe, hatin tesbîtkirin. Li vî cihê nû yê Girê Kêçlê, kolana arkeolojîk dest pê kir. Di lêkolîna sala 1997’an de arkeolog bi vir hisiyabûn.
Kolana arkeolojîk di bin serokatiya Prof. Dr. Necmî Karul de 1’ê îlonê dest pê kir. Karul diyar kir ku wan îsal ji bo mehekê xebat plan kiriye û komek ji 40 kesan li ser vê deverê dixebitin. Karul got, “Xebata vir wê dirêj biajo. Bermayiyên arkeolojîk ên li vir, dişibin yên Xerabreşkê. Li gorî tesbîta pêşî dîroka vir heta beriya bi 11 hezar û 500 salan diçe.”
Karul anî ziman ku ev deverên dîrokî nîşaneya şêweya bawerî û jiyanê ye. Karul diyar kir ku hin beş ji vî cihî hatiye rûxandin û bi qasî ew difikirin, xebatek kolana arkeolojîk a qederê 15-20 salan wê lazim bibe.
MA/RIHA