Bi zêdebûna hejmara koçberên bajarê Reqayê re hejmara xwendekarên dibistanên li Girê Spî zêde bû. Komîteya Perwerdehiyê jî hemû pêdiviyên xwendekaran peyda kirin, nemaze piştî ku ev çend sal in ji xwendinê bê par mane.

Piraniya welatiyên bajarê Reqayê ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê neçar man ji bajarê xwe koçber bibin û gelek ji wan li kantona Girê Spî bi cih bûn. Bi zêdebûna hejmara koçberan hejmara xwendekarên dibistanên kantonê jî zêde bûn. Ji bo pêdiviyên van xwendekaran Komîteya Perwerdehiyê jî berpirsyarî girt ser milê xwe nemaze piştî ku ev çend sal in zarokên Reqa ji xwendinê bê par mane.

Li gorî serjimariyên Komîteya Dibistanan a Kantona Girê Spî, ji destpêka demsala xwendinê ve wan 107 dibistanên seretayî û 9 dibistanên navîn û du dibistanên amadeyî vekirine. Komîteyê dest nîşan kir ku hejmara xwendekaran derketiye 14 hezaran. Ev zêdebûna hejmara xwendekaran jî vedigere zêdebûna koçberan ku piraniya wan ji bajarê Reqayê hatine. Komîteya Perwerdehiyê jî ji bo van zarokan hembêz bike hemû pêdiviyên wan peyda kirin û gelek dibistanên ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ziyan dîtine sererast kirin. Li ser mijarê, Endamê Rêveberiya Komîteya Dibistanan, Salih Ebdilhecî diyar kir ku wan hemû dibistanên kantona Girê Spî amade kirine û got: “Me hemû pêdiviyên xwendekaran peyda kirin.” 


GIRÊ SPÎ