Ji bo ku bi rewşa girtiyên nexweş re eleqadar bibin ÎHD, TUHAD-FED, Odeya Tabîban, TÎHV'ê heyetek ava kir. Di nava heyetê de Sekreterê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî jî heye diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş li ber wan wekî pirsgirêkeke acîl disekine û anî ziman ku li girtîgehan bi sedan girtiyên ku li benda mirinê ne hene. Bîlîcî da zanîn ku ji wan rewşa 12 girtiyan pir giran e û divê li girtîgehê nemînin û bêne berdan.
DÎHA-AMED