´Rewşa tendûristiyê ne baş e´
Serokê Şaxa Mêrdînê ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Kamuran Yildirim, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, muayene kir. Yildirim, der barê tenduristiya Gokkan de wiha got, “Bêrê bedena wê av qebûl nedikir. Niha tevî ku qebûl dike jî rewşa wê girantir dibe. Ji ber ava bi xwê û bi şekir venaxwe dema ava din vedixwe vedirişe. 9 kîlo wenda kirine. Gihiştiye asta krîtîk. Ev hemû nîşaneyên bi lez ên birçîbûnê ne. Bi xwe diyar kir ku heta lêkirina dîwar neyê rawestandin wê çalakiya dewam bike.”
Ji aliyê din ve 55 kesên ku ji şaredaran û hilbijêran pêktên ev 5 roj in ji bo piştgiriya Gokkan rojiya mirinê ya bêdem û bêdorveger didomînin. Çalakgeran diyar kir heta daxwazên wan pêk neyên dê dev ji çalakiya xwe bernedin.
Ji Rojava piştgirî
Komek ji Rojava jî ji bo piştgiriya Gokkan çûn ser sînor û çalakî lidarxistin. Lê belê leşkeran bi ava şid êrîşî komê kirin. Komê dirûşme avêt. Lê balkêş bû ku leşkeran li hemberî dirûşmayan li sûrida nijadperest gotin.
Li Hewlêrê greva piştgiriyê
Ji aliyê din ve ji bo piştgiriya Gokkan çalakiyên piştgiriyê zêde dibin. Li navenda BDP’ê ya li bajarê Hewlêrê ya Herêma Federal a Kurdistanê bi beşdariya 15 kesan greva birçîbûna ya ji bo rojekê hat dest pê kirin. Greva birçîbûnê bi daxuyaniya çapemeniyê dest pê kir. Endama Rêveberiya Navenda BDP’a Hewlêrê Şîlan Emînoglu diyar kir ku ev çalakiya wan a greva birçîbûnê wekî hişyariyeke ji bo hikûmeta Tirkiyê ye û wiha got: “Çalakiya me ji bo şermezarkirina dîwarê şermê û çalakiya şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan e. Em dixwazin li vir hişyariyekê bidin û bila her kes baş bizane wê dostên kurdan şa bibin û neyarên kurdan jî wê dilxweş nebin. Ji ber kurdan tekoşîna xwe li her çar parçeyên Kurdistanê û tevayî cîhanê belavkirine.”
Emînoglu destnîşan kir ku kurd li bakûr, rojhilat, rojava û başûr di nava tekoşînê de ne û wiha axivî: “Di sedsala 20’an de ti wateya dîwaran nîne. Ji ber kurdan di mejî û dilê xwe de hemû dîwar hilweşandine.”
Nûnerên BDP’ê yê Herêma Kurdistan a Federal Cemal Coşkun jî got: “Dixwazin di navbera Bakûr û Rojava de dîwarekî şermê dirûst bikin. Îro partî, rêxistin û hêzên parastinê yên kurdan hene û dikarin pêşî li vê yekê bigirin. Divê başûr li hemberî bûyerên tên serê Rojava û Bakûr bêdeng nemîne.”
MAZLUMDER pişgirî da
Şaxa Mazluman (MAZLUMDER) a Amedê ji bo piştgiriya Ayşe Gokkan civîna çapemeniyê pêk anî. Alikara Serokê MAZLUMDER’ê Seher Akçinar Baya jî daxuyanî da û wiha got: “Îro diwarê şermê ku di nava Nusaybin û Qamişlo de dewletên giştî tev ker û bêdeng in. Em li hem berî vê diwarê şermê nerazibûnên nişan didin û heya dawiyê li hemberi diwarê şermê bi tekoşina xwe berdekwam bikin.”
DÎHA/MÊRDÎN