Axaftina destpêkê ya konferansê Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan kir. Tan hinek li ser rewşa dawî ya Kurdan sekinî û qala çênebûna Kongreya Neteweyî û hebûna yekîtiya Kurdan kir û got ku bi hêviya dê daxwazên Hecî Qadirê Koyî bêne cih ku ew kesek neteweyî bû. Dûre bi rêzê Doç.Dr. Bulent Bilmez (Zanîngeha Bîlgiyê) “Di sedsala 19’emîn de Guherînên Siyasî û Civakî yên li Dewleta Osmanî û Kurdistanê”, Tahir Baykuşak (Yekeya Xebatên Kurdî ya Zanîngeha Bîlgiyê) “Jiyan û Bandora Hecî Qadirê Koyî ya li ser Rewşenbîrên Kurd”, Farangis Ghaderi (Zanîngeha Exeterê) “Di helbestên Hecî Qadirê Koyî de Modernîzm” û Dr. Merîwan Kanie (Zanîngeha Amsterdamê) jî “Di helbestên Hacî Qadirê Koyî de Sirgûnî û Neteweperwerî” axivîn.
Helbestên wî de nexşeya Kurdistanê heye
Dr. Merîwan Kanie di gotara xwe de anî ziman ku di serdema 19’an de sê îdeolojî hebûn; Osmanî, Panîslamîzm û Nasyonaliya kulturî p derbirî ku Hecî Qadirê Koyî ji van her sê yan cudatir ew xwedî bîrek Kurdewar, ew nasyonalîstekî kulturî, neteweyî bû. Merîwan Kanie axaftina xwe wiha domand: “Hecî Qadir zimanê Kurdî wekî hemû zimanê mirovahiyê dibîne, ew Hezretî Nuh jî Kurd dihesibîne.Projeya sereke ya Hecî Qadir dewleteke Kurd e, ew yekemîn helbestkarekî Kurd e ku di nav helbestên wî de nexşeya Kurdistanê heye. Dewleta ew dixwaze dewleta modern e, ferqa wî û Ehmedê Xanî jî di vir de ye. Koyî dixwaze Kurd di asta bilind de, di asta gelên din de be.”
Şêweya modern bikar anîye
Farangоs Ghaderо jî guherîn û veguherîna wêjeyî û neteweyî di helbestên Hecî Qadirê Koyî de wiha tarîf kir:” Helbestên Hecî Qadirê Koyî yên berê klasîk in, lê piştî tê Stenbolê helbestên wî jî diguherin. Helbestên wî yên klasîk zor têne xwendin têde peyvên Farisî, Erebî hene, lê yên li Stenbolê nivîsandine hêsantir e, her kesek Kurdî bizane dikare bixwîne. Wî peyvên nû yên teknolojîk di helbestên xwe de bikar anîne; ew yekemîn helbestkarê Kurd e ku peyvên teknolojîk di helbestên xwe de bikar anîne, wekî şimendîfer (trên), telgiraf û hwd. Hin peyvên di helbestên klasîk de hatine bikaranîn jî hene ku Hecî Qadir wan bi şêweya modern bikar tîne, mînak weten, ew wetenê wekî nasyonal bikar tîne, dibê Baban, Newandûz, Cizîr. Hemî mîrnişîn di helbestên Koyî de hene. Ev tiştek nû ye.” Ziman wekî xezîne û ramana neteweyiyê dibîne
Tahir Baykuşak jî bi bîr xist ku Koyî di helbestên xwe de rexne li şêx û meleyên Kurd dikir û wiha pê de çû:”Hecî Qadirê Koyî şêx û meleyan li ber pêşketina Kurdî wekî bendek dibîne û dijî wan derdikeve. Ev yek dibe sedem ku ji Koyê veqete. Têkiliya wî û malbata Bedirxaniyan li Stenbolê hebûye, dibe ku wî dersa zarokên wan jî dabe. Amanpour ji bo Koyî dibêje ‘Hecî Qadirê Koyî duyemîn hawariyê neteweperweriya Kurdî ye.’ Ziman ji bo Koyî gelek muhîm e, ew ziman wekî xezîne û ramana neteweyiyê dibîne.”
STENBOL