Salih Muslim: Rewşa Tirkiyeyê wek dizekî ku xwediyê malê pê hisiya be û dixwaze bi lez hin tiştan bidize ye. Lê bila baş zanibin ku çi dibe bila bibe Efrîn wê vegere. Ew dîwarên ku tên lêkirin, wê werin rakirin.

MÛRADA KENDA / RAPÊRÎN TEHLO / ANHA / QAMIŞLO

Berdevkê fermî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim tekîldarî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê peyivî. Muslim diyar kir ku Rûsya û Îran tawîzan didin Tirkiyeyê da ku bi aliyê xwe ve bikişînin û got, “Dewleta Tirk a dagirker planên xwe yên qirêj li Efrînê didomîne. Yek ji wan planan jî lêkirina dîwar li derdora Efrînê ye.Dewleta Tirk a dagirker bi van kiryaran dixwaze sînorên xwe fireh bike û Împaratoriya Osmanî vegerîne. Ev jî gavek ji wan planên wan e ku dixwazin pêşî li vegera Efrînê û gelê Efrînê bigirin. Bêgûman mebesta wan ne Efrîn tenê ye,  tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Rûsya û Îran tawîzan didin Tirkiyeyê

Salih Muslim di dewamê de bal bire ser bêdegiya dewletên navneteweyî ya li dijî kiryarên dewleta Tirk û got, “Ev bêndengî li ser esasên polîtîkayên wan ên berjewendiyan pêk tên. Rûsya û Îran di lêkirina dîwaran de û ji bo kiryarên Tirkiyeyê gelek tawîzan didin. Dixwazin bi wan tawîzan Tirkiyeyê bi aliyê xwe ve bikişînin. Rûsya di polîtîkayên xwe de pragmatik tevdigere û Tirkiye kiriye bin bandora xwe. Ev jî rê li ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker vedike. Bêgûman sûcên ku li dijî gelê Kurd, Efrînê û Sûriyê tên kirin, nayên efûkirin.”

Fikarên lihevkirinê

Muslim bêdengiya rejîma Sûriyê ya li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk li Efrînê jî rexne kir û got, “Rejîma Sûriyê ne li ber tiştekî ye. Li Sûriyê hemû biryar ji aliyê Îran û Rûsya yê ve tên dayîn. Tu nêrîna rejîma Sûriyê di axa wê de tine ye. Heta ku di mijarên Lezqiyê û benderan de jî Rûsya û Îranê ew di navbera xwe de parve kirine û ti nêrîna rejîma Sûriyê li ser van biryaran tine ye. Di dagirkirina Efrînê de jî rejîma Sûriyê bi xemsarî nêzîk bû û nêzîk dibe. Rejîma Sûriyê xwedî li axa xwe dernakeve ku ev jî kemasiyêke gelek mezin e û divê neyê qabûlkirin. Dewleta Tirk ne tenê Efrînê dagir kiriye, di heman demê de demografiya wê digûhere û bi lêkirina dîwaran perçakirinê pêk tîne.”

Wê Efrîn vegere

Berdevkê fermî yê PYD, Salih Muslim axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dewleta Tirk armanc dikir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî têxe bin bandora xwe û guhertineke cidî di herêman de çêke. Lê ev bi dest nexist. Niha hemû kiryarên xwe li Efrînê dimeşine. Tirkiye dizane ku bi berxwedana gelê Efrînê re wê Efrîn vegere. Ji ber wê jî beriya ku Efrîn bê rizgarkirin, Tirkiye van dîwar û kiryarên xwe bi lez dide meşandin. Rewşa Tirkiyeyê wek dizekî ku xwediyê malê pê hisiya be û dixwaze bi lez hin tiştan bidize ye. Lê bila baş zanibin ku çi dibe bila bibe Efrîn wê vegere. Ew dîwarên ku tên lêkirin, wê werin rakirin. Di her warî de ji bo vegerandina Efrînê amadekarî hene.”