4'emîn Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê ku ev 2 rojin li Navenda Çanda Cegerxwîn pêk hat, dawî bû. Li ser sedî Bijîşk û peywirdarên tenduristiyê yên ji Herêma Kurdistana Federal, Emerîka, welatên Ewropa beşdarî kongreyê bûn. Kongreya îsal ji bilî bijîşkan, bijîşkên diranan, hemşîre, ebe û xwendekarên tibê cih girtin. Di kongreya 2 roj dom kir de piranî li ser mijarên zimanê Kurdî ya di bikaranîna tibê de, nexweşîna zarokan û mafên wan nîqaş hatin kirin. Li her rûniştinên kongreyê navên zarokên Kurd ên hatine kuştin, hatibûn danîn.
Di kongreya ku piraniya wan bijîşkên Kurd beşdar bibûn, bi slaytên ku bi Kurdî hatibûn amadekirin nexweşîn û dermankirina wan ên cur bi cur hatin vegotin. Di kongreya ku eleqeyek mezin dît de, axaftvanan axaftinên xwe bi Kurdî kirin. Kongreya ku di 2 salonan de hatibû destpê kirin mijarên wekê "Di gurçikê de transplantasyon", Dîapedîk noropatî", "Giringiya şîrê dayikê, teknîkên mijandinê û giringiya wê" hatin vegotin. Piştî rûniştinan 4'emîn Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê dawî bû.
Piştî kongre dawî bû, biryara ji bo zimanê Kurdî bigihije zimanê tibê komele bê avakirin û kongreya salekê din jî li bajarê Silêmanî ya Herêma Kurdistana Federal di 16'ê adarê de ji bo salvegera komkujiya Helepçeyê bê lidarxistin.

Nerînên beşdaran
Serokê Kongreyê Doç. Dr. Mehmet Dursun, diyar kir ku armanca kongreyê di hêla zimanê Kurdî ya di tibê de bigihijin encamekê. Nivîskarê Kurd Zana Farqînî jî, anî ziman ku ji bo standartiya zimanê Kurdî yên di beşên zanistiyê de perwerdehiya zimanê zikmakî yê fermî pêwîst e.
Doç. Dr. Dursun, da zanîn ku armanca kongreyê ew e ku zimanê Kurdî di tibê de bi kar bînin. Dursun, diyar kir ku heke ew vê kongreyî li ser vê armanca ku danîne pêşiya xwe bi serkeftî pêk bînin, ew dê di hêla zimanê Kurdî ya bikaranîn tibê de encamek baş bidest bixin û wiha axivî: "Zimanê Kurdî gelek dewlemend e, di esasê xwe de dema mirov li zimanê bav û kalan dinêre, gelek navên nexweşîn û dermanan bikar tanîn. Lê ji ber ku Kurdî ne zimaneke nivîskî bû, hêdî hêdî bi ber ji bîrkirinê ve çû. Mebesta me ya vê kongreyî jî ew e ku em lêkolînê bikin û di encamê de jî ev kongre bi avakirina komeleyekê xebatên xwe bimeşîn in." Dursun, destnîşan kir ku ji bo ew vê yekê jî karibin bimeşînin piştgiriya dewletê jî pêwîst e û wiha got: "Ango piştgiriya dewletê ji bo vê yekê pêwîst e, ew jî di alê fermî de bikaranîna zimanê Kurdî neyê qedexekirin û ger gel, ger jî peywirdarên tibê karibin bê fikar zimanê Kurdî bikar bîne."

'Zimanê Kurdî di tibê de pêşketî bû'
Nivîskarê Kurd Zana Farqînî ku Ferhenga Kurdî-Tirkî yê herî berfireh amadekiribû derbarê kongre û mijarê de nêrînên xwe anî ziman. Farqînî, diyar kir ku ev kongreya tibê, di hêla pêşketina zimanê Kurdî de pir girîng e. Farqînî, da zanîn ku ger ji bo termolojiya wê çêbibe û ger jî standartiya wê çêbibe pir girîng e, ango Kurd karibin, di hêla tib, fizîk, kimya, biyolojiyê û hemû cure beşên zanistiyê de bi karbînin û got: "Elbet zimanê me di hêla tibê de kêmasiyên wê pir in. Lê ev yek nayê wê wateyî ku em dê di hêla tibê de bi karneyinin. Zimanê tibê ne tenê Kurdî, her wiha zimanên din ên cîhanê de jî kêmasî hene. Bi sedsalan hê jî gelek welat hene ku ji bo karibin pêk bînin, peyvan ava dikin. Lê bêsiudiyek me Kurdan heye, peyvên ku ne tenê di hêla tibê de, her wiha gelek beşan de hatiye jibîrkirin. Ji ber ku mirina mirovek mirina peyvek e. Gelek pîrejin û pîremêrên ku zimanê wan ên tibê bi kar tanîn, ji ber nivîskî tuneye, hate jibîr kirin. Em jî wekê her gelên din dikarin peyvan çêkin, an jî zimanê berê bikar bînin. Berê, di dîrokê de zimanê Kurdî di tibê de pêşketî bû." Farqînî, derbirî ku lê ji bo vê perwerdehî pêwîst e. Farqînî, destnîşan kir ku heta ev ziman di dibistanan de zarok bi kar nenin, zimanê tibê, hemû cureyên din ên zanîstê ku bên saz kirin, bi wan biçûkan nedin fêm kirin, nedin bikaranîn, çiqas peyvên tibê çêbikin jî ji ber ku dê xwe nû neke, dê bê jibîr kirin. Farqînî, da zanîn ku ji ber vê yekê perwerdehî şert e.

'Xebatên serbixwe lazim in'
Serokê Rûmetê ya Kongreyê Adem Ender Avci Kiran jî, derbarê kongreyê de agahî da û diyar kir ku ya yekem di sala 2008'an de bijîşkên Amedê gihiştin hev û biryar girtin ku divê bi bijîşkên Kurd ên derdorê xwe re peywendiyê denin û di hêla tenduristiyê de projeyan çêkin. Avci Kiran, da zanîn ku ew çûne Herêma Kurdistana Federal û bi gelek bijîşkan re têkilî danîn. Avci Kiran, destnîşan kir ku wan cara yekemîn di sala 2009'an de li Salona Navenda Çanda Cegerxwîn komcivînek pêk anî û wiha got: "Bi rastî di vê komcivînî de gelek kesan hêstirên çavên xwe negirtin û giriyan. Ji ber ku cara yekemîn bû di hêla tibê de xebatek wiha tê kirin. Divê ziman serbixwe be, heke serbixwe karê wê bê meşandin wê gelek tişt bê kirin. Em dê vê xebatî zêdetir pêşde bibin. Em dê kongreya xwe yê 5'emîn li Silêmanî di 16'ê Adarê salvegera komkujiya Helepçeyê de pêk bînin. Ji bo ku em di nav wan hêstan de karibin, ka çekên kimyewî, şer bandorek çewa hiştiye, divê çi bê kirin, nîqaş bê kirin."

'Divê em zarokan fêrî Kurdî bikin bixebitin'
Direktorê Tendûristiyê ya Zanîngeha Duhokê Nizar Îsmet jî, li ser mijara zimanê zikmakî ya li ser zarokan û derûniya wan nêrînên xwe anî ziman. Îsmet, da zanîn ku li her welatî zimanê gelekî bi zarokan pêş dikeve. Îsmet, destnîşan kir ku ji ber ku zarok fêrî kîjan zimanî dibe, jiber dike. Îsmet, ev tişt gotin: "Ji ber hefizeya zarokan hê nû ye, hê di navê de tiştek tune ye, zû digire. Ji ber vê yekê ye dewlet, an jî hêzên serdest zimanê zikmakî di dibistanên seretayî an jî perwerdehiyê qedexe dikin.Tirsa wan jê ye." Îsmet, anî ziman ku niha qeyrana fêrkirina ziman jî heye. Îsmet, derbirî ku  bikaranîna ziman a di tibê de, mirov çewa dikare zimanê Kurdî bi zarokan bide fêrkirin, nîqaş bê kirin. Îsmet, ragihand ku mirov çewa dikare zimanê Kurdî bi zarokan bidin şîrînkirin, çewa dikarin dêna zarokan bidin ser fêrkirina zimanê Kurdî. Îsmet, ev tişt gotin: "Dema zarok mezin bû û bandora zimanê dayikê li serî şikestî be, heye eslê xwe winda bike, ango jibîr bike jî. Bêguman di vê warî de barê herî giran dikeve ser milê dê û bavan. Pêşniyara min ji dê û bavan re heye ku zarokên xwe fêrê zimanê zikmakî bikin, ev yek jî dema ew zarokê dest bi axaftinê kir, divê pêşî zimanê zikmakî bibîhîs e û wê zimanî dûbare bike." 

DÎHA/AMED