Asli Erdogan di Lijneya Şêwirê ya Ozgur Gundemê de cih digirt û ew ji 19’ê Tebaxê vir ve girtî ye. Hat ragihandin ku ew ji ber “nivîskariya wê ya nû û zimanê wê yê ku li dijî girtîmayîna di rastiyên piçûk de bi kar tîne” hêjayê xelatê hatiye dîtin.
Xelatê Tucholsky ji 1984’an vir ve ji hêla PEN’a Swedê ve ji bo bîranîna nivîskarê Elman Kurt Tucholsky ku ji destê Naziyan reviya û ji bo mafê penaberiyê serî li dewleta Swedê da lê serlêdana wî nehat qebulkirin û pişt re xwe kuşt, tê dayîn.
Ew xelat ji nivîskarên ku li welatê xwe di bin zext û zordariyê de ji bo azadî û aştiyê têkoşînê didin re tê dayîn.
STOCKHOLM