Kalê wî di 1911’an de ji Bexdayê hat sirgûnkirin û wê demê Faîk Bêkes 7 salî bû. Çend sal şûnde dayika xwe wenda kir. Di sala 1930’an de Faîk li ser welatê xwe helbest û sirûd xwend. Kurê wî Şêrko jî ji ber vê yekê gelek bi şans bû. Şêrko bi salan şûnde dê bigota ‘Li mala me find tune bû, em bi helbestan ronî dibûn’. Faîk Bêkes mamoste bû, li gelek bajarên Kurdistanê, gund û bajarokan digere. Lê Şêrko jî wek bavê xwe bêkes dimîne. Bavê wî Faîk Bêkes di 1948’an de jiyana xwe ji dest dide. Dayika wî Şafîqe Xan, kurê xwe Şêrko bi helbest û çîrokan mezin dike. 


Danezana ‘Rîwange’ 

Şêrko Bêkes xwendina xwe ya seretayî û navîn li bajarê Silêmaniyê û Bexdayê kiriye. Bêkes di ciwantiya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Bêkes di 17 saliya xwe de yekemîn helbesta xwe di heftenameya bi navê ‘Jîn’ li Silêmaniyê belav kiriye.  Şêrko Bêkes xwendina xwe ya Zanîngehê li paytexta Iraqê Bexdayê qedandiye û yekemîn dîwana helbestên xwe sala 1968’an di pirtûka bi navê “Tîrifey Helbest” berhev kir. hindê di bin bandora Goran û hosteyên din de maye. Xwendevanên wî cara yekemîn sitîla wî û zimanê wî cara yekemîn di dîwana wî ya “Min Tînwyetîm be gir deşkê” a sala 1973’an weşandî de keşf kir. Sala 1970’yî, bi komek nivîskar û helbestvan re danezaneke bi navê ‘Rîwange’ weşand. Armanca wan ev bû ku wêjeya Kurdî modern bibe.

 

Dengê şoreşê

Helbesta xwe ya yekemîn di rojnameya ‘Jîn’ de weşand. Şêrko dibêje; ‘Ez dinivîsim, ji bo aciziya ziman sivik bikim, ji bo aciziya xwe sivik bikim, lê ew ji bo piştgiriya bo hezkirina helbestê, hezkirina gel bû’ û di 1965’an de tevlî nav refên pêşmergeyan dibe. Bi salan di radyoya ‘Dengê Şoreşê de’ xebitî. Deng û helbestên Şêrko di guhê pêşmergeyan de bû. Dengê Şoreşê li kûrahiya Newala Balekiyan, li şikeftekê weşana xwe dikir. Radyoya yekane dengê Başûrê Kurdistanê ya pêşmergeyan bû. Sala 1965’an, ciwanek dibêje ‘Ev der cihê dengê şoreşê ye’ helbestan dixwîne. Ew dengê li çiyayê Kurdistanê deng da, 50 salan li Kurdistanê bû dengê şoreşê, dengê helbestê.

 

Rêya penaberiyê

Şêrko Bêkes li gel çend nivîskar û helbestvanên Kurd kovareke bi navê ‘Rwanya’ derxist. Piştî têkçûna şoreşa Îlona 1974’an Şêrko Bêkes careke din vegeriya bajêr. Lê vê carî jî hikûmeta Îraqê, Bêkes ji bo çar salan şand sirgûnê. Bêkes sala 1984’an beşdarî serhildana li Başûrê Kurdistanê bû û 1986’an, wek penaber çû welatê Swêdê. Helbestvanê gewre, dibe endamê Komeleya Nivîskarên Swêdê.

 

Piştî sirgûnê li parlamentoyê dibe wekîl

Her wiha helbestvan û niviskarê Kurd Şêrko Bêkes sala 1992’an li Başûrê Kurdistanê wek wekîl dikeve parlamanê, sal û nîvekê wezîrtiya çandê dike. Di heman demê Serokê Navenda Çandê ya bi navê Serdem bû.

Şêrko Bêkes di 4’ê Tebaxa 2013’an de ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneya Karolinska a Stockholma ya paytexta Swêdê çû ser dilovaniya xwe. Şêrko Bêkes, beriya biçe ser dilovaniya xwe wesiyatnameya xwe nivisîbû. Bêkes diyar kiribû di şîna wî de bila tenê muzîk hebe û gotibû: “Min li Parqa Azadî ya Silêmaniyê li abîdeya şehîdan a sala 1983’an avakirî veşêrin. Li wir dê bêhna min neçike. Jinên ciwan, mêrên ciwan, hezkiriyên hev dê bibin mêvanên min.”

Şêrko Bêkes li parka Azadî ya Silêmaniyê hate veşartin û weke gotina wî her rojên Înê evîndar diçin serdana helbestvanê nemir Şêrko Bêkes.

Heta niha zêdetirî 30 dîwan û pirtûkên nivîskar hatine çapkirin. Hinek helbestên wî bi Erebî, Tirkî, Farisî, Îngîlîzî, Swêdî, Danimarkî, Fransî, Îtalî û Elmanî hatine wergerandin.

 

‘Li Bakur agirê şoreşê’

Şêrko Bêkes sala 1999’an di 15’ê Sibatê de dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, di ekranên Med TV de ev helbest berz kir: “Ev der Silêmanî ye, ev çend roj e xemginiyeke mezin li ser vî bajarî heye. Li ber çavên cîhanê Ocalan girtin, lê nekarin ruhê Kurdan teslîm bigirin. Amedê çawa ji Silêmaniyê diqetînin, Newroz çawa bê agir dibe? Gola Wanê çawa dikarin ziwa bikin? Ev der Silêmanî ye, hemû dilên vî bajarî wek sêveke darekê dilerizin, ji bêkesiya gelekî re xemgîn dibin. Ev xemginiyeke neteweyî ye, min xewna perperokekî dît. Ez digirim û çavên min li Amedê ye.”

Her wiha helbestvanê gewre li ser grevên birçibûnê yên girtîgehên Bakurê Kurdistanê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî bibe jî wiha qeriyabû: “Li Bakur agirê şoreşê bilind dibe. Bedenên birçî nîşan dan ku Kurd bi şer û zextan naqedin.”


OMER ÎKE/ROJNEWS/AMED