
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li herêma Besta ya Şirnexê li dijî eskerên operasyon dikir, hin çalakî li dar xistine.
Navendê got, “Di 4’ê Mijdarê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li herêma Bestayê ya Şirnexê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de; di 6’ê Mijdarê de saet di 14.00’an de hêzên me li dijî eskerên dagirker ên li Girê Sevo çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 esker hatin kuştin. Di 8’ê Mijdarê de hêzên me li Geliyê Qurta Xanê li helîkopterekê dan a ku dixwest eskeran bera nav qadê bide. Vê helîkopterê derb xwar û ji qadê vekişiya.
Di 12’ê Mijdarê de saet di 11.00’an de hêzên me li Girê Sevo li kozikên dijmin û konên wan da. Di vê çalakiyê de konek îmha bû û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 8 esker jî hatin kuştin.”
HPG´ê da zanîn ku operasyon rê li ber şerekî giran vekiriye û bi piştgiriya yekîneyên veşartî ên artêşa Tirk a dagirker dewam dike.
ANF / BEHDÎNAN