Li gundê Xerabê Bava yê hatiye dorpêçkirin herî kêm qetilkirina sê kesan, li ser gundiyan meşandina zilmê, zirar dayina mal û heywanên gundiyan careke din raxiste ber çavan ka dewleta Tirk hêzeke çawa ya mêtînger û tekujer e. Tu dewlet kirinên bi vî rengî rewayî gelê xwe nabîne. Lewra ji ber ku dewleta Tirk netew-dewletparêz e Kurdan mîna gelê xwe nabîne; ji ber vê yekê jî her cure zilmê dimeşîne da Kurdan bike Tirk. Ji sazbûna komarê ve dewleta Tirk Kurdan mîna mirov nabîne. Tu desilatdariya siyasî kirinên ku niha li Xirabê Bava, gund û bajarên Kurdistanê tên kirin nikare li bajar an gundên Tirkiyeyê pêk bîne. Ger bike jî wê ji desilatdariyê bikeve. Kengî Kurd xwe înkar bikin, serî li hember mêtîngeriya tevkujer bitewînin û li dij polîtîkayên Tirk kirinê dernekevin wê mîna gelê Tirk nêzî wan bibe, mîna Xirabê Bavê nêzî wan nabe.
Zilma li Xerabê Bava li tevahiya gelê Kurd tê kirin. Ketina HDP'iyan a gund bi roja ne tê asteng kirin. Ji xwe destûr nayê dayin ku çabemenî-ragihandin bikeve herêmê. Tenê wêneyên ku kujer serwîsî medyaya civakî dikin tên dîtin. Zilma li ser gel nayê nîşandan. Li gor agahiyên bi sînor ên gundî didin asta zilma giran ya tê meşandin radixe ber çavan. Ji xwe heger zilemek giran tunebûna gund hevqasî di bin dorpêçê de ne dihate hiştin.
Wezîrê Karê Hûndir ragihand ku gerîlayê HPG'ê yê bi navê Behzat hatiye kuştin. Lê belê agahî hene ku sivîl jî hatine qetil kirin. Demeke hevqasî dirêj di dorpêçê de hiştina gund nîşan dide ku di 12'ê Îlonê û salên 1990'î de jî zilmeke hevqasî tund ne hatiye kirin. Ji ber ku di salên 1980'yî û salên 90 de jî dema li gundekî şer derdiket dorpêçê hevqasî dom nedikir.
Di salên 1990 de ji bo gerîla bi gundiyan re têkiliyê ne deynin, piştgiriyê ji wan negirin bi hezaran gund hatin vala kirin. Li qadên çiyayî û daristanî yên ji bo bicihbûna gerîlayan guncav bûn gundekî bi tenê jî nehiştin. Niha li dewsa koçberkirinê hewl didin zilmê mayinde bikin, îradeyê bişkînin û serî bidin tewandin. Polîtîkayên çewisandin û serîtewandinê yên li gelemperiya Tirkiye û Kurdistanê tê meşandin li gundan bi vî şêwazî tê praktîze kirin. Polîtîkaya rûxandin, şewitandin û qetilkirinê niha jî derbasî gundan hatiye kirin.
Zilma li Xerabê Bava tê kirin parçeyekî polîtîkaya giştî ya zextê, şikandina îradeyê û çewisandinê ye. Li aliyê din bi vî şêwazî dixwazin rê li dayina dengên 'NA' ên di refandûmê de bigirin. Desilatdariya AKP-MHP'ê ketiye nava tirsa ku li Kurdistanê rêjeyeke bilind dengên 'NA' derbikevin. Ji ber wê jî ji niha de yên dengên 'NA' bidin mîna terorîst îlan dikin. Ev têgihiştin tevahiya gelê Kurd vekirî mîna terorîst îlan dike. Ya rast nêzîkatiya heta niha ku ji bo Kurdan tê nîşandan êdî vekirî hatiye mikûr hatin û legal kirin. Yên ku kesên di nava CHP û MHP'ê de degnê na bidin mîna terorîst îlan dikin, sed qatî zêdetir wê nêzîkatiya terorîstan nîşanî Kurdan bidin.
Êrişa Xerabê Bava vekirî nîşan dide ku dewleta Tirk wê di polîtîkayên mêtînger û tevkujer de israr bike. Ji desilatdariya AKP-MHP'ê ji xwe ji zilm û zextê pê de tuştek nayê hêvî kirin. Ji ber vê yekê jî divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li dij vê desilatdariyê ji têkoşînê pêde divê li tiştekî din ne fikirin. Ji bo Kurdan pêvajoyeke hebûn û tinebûnê tê jiyîn. Divê Kurd bi dîtina vê rastiyê re, zilm û zext çiqasî giran bin bila be divê di dij vê desilatdariyê xwedî helwest û têşokîn bin. Divê Kurdekî bi tenê jî ji vê zext û zilmê re temaşevan nemîne. Di vê pêvajoyê de çi ji destê kê tê divê bike. Heger desilatdariya AKP-MHP'ê bi van êrîşan re dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne û biçewisîne, wê demê divê Kurd jî bi zanebûna têkoşîna dehê zalan û îradeya bidest xistine bi helwest û çalakiyên xwe nîşan bide ku wê bi tu awayî serî netewîne. Divê were nîşandan ku êrîş ji mezinkirina hêrsa Kurdan pêde wê tu encamê bi xwe re neyînin.
Dewleta Tirk bi xistina parlementeriya Hevseroka HDP'ê Fîgan Yuksekdag vekirî nîşan da ku ew îradeya demokratîk a gelan nas nake. Hate dîtin ku heger polîtîkayên dewleta Tirk ên tevkujer û mêtîngerî qebûl nekin wê nehêle kes bibe parlementer an şeradar. Bi vê yekê re jî derkete holê ku li Tirkiyeyê parlemento, parlementerî û şaredarî saziyên mîna perdeya li pêşiya şerên taybet in. Dewleta Tirk dema parlementer, şaredar û saziyên dibin bibin perdeya şerê taybet wan qebûl dike. Heger xizmeta şerê taybet ê mêtînger û tevkujer nekin wan nasnake, tine dihesibîne. Ji xwe bi girtina hevserokên şaredariyan, rakirina mafê destnedana parlementeran û avêtina wan a zîndanê, li gel vê bi avêtina zîndanê ya bi hezaran siyasetmedarî karakterê xwe yê şerê taybet nîşanî herkesî da.
Bêgûman Kurd wê ji yên bajar û gundên kurdan şewitandin, hilbijartiyên wan avêtin zîndanê, meşandina zext û îşkenceyê la dij gel, girtina hemû saziyên demokratîk ên Kurdan, meşandina zexta li ser ragihandinê û heqaretkirina li miriyan û goristanan û êrîşkirina wan re wê bêje na.