Em jî diçin gundê Gulmitê yê li başûrê bajêr e, ku lê pevçûn dewam dike. Gundê Gulmitê yê 10 kîlometre li başûrê bajêr e û di bin kontrola şervanên YPG/YPJ'ê de ye. Li vî gundî, em li Kobanêyeke biçûk rast tên ku bi berxwedana destanî lê tarîtiya DAIŞ'ê hatiye definkirin. Ji ciwanên gundê Gulmitê yên ji bo parastina xaka xwe tevlî nava refên berxwedanê bûne, heta Kurdistaniyên ji bakur ên ên bi sînorên bi destan çêkirî erdnîgariya wan hatiye parçekirin, heta têkoşerên komunîst ên mil dane berxwedana enternasyonalîst, heta parêzvanên jiyana azad ên ji kantonên din ên Rojava hatine û heta jinên YPJ'yî yên bi vîna xwe cîhan hejandin.
Her mal mewziyek e
Coşa li gundê ji çeteyan hatiye paqijkirin, bi serketina azadiya Kobanê re bû yek. Li gundê Îdik ê 2 kîlometre dûrî vê derê ye, şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dewam dike. Morala bilind a şervanên di nava tevgerê de ne, balê dikşîne. Kenê li ser rûyê şervanên jin ên YPJ'yî, mizgîna serketinê ye. Li Gulmitê zerar li gelek xaniyan bûye, şopa bombebarana balafirên koalîsyonê jî tê dîtin. Topek hatiye îmhakirin, bi vîncê ji gund tê derxistin. Fîşekên doçka yên hatin bidestxistin jî, ji aliyê şervanên YPG'ê ve tên birin û li cebilxaneya çekên li ser çeteyan hatine rakirin, tê bicihkirin. Li gund, her xanî veguheriye mewziyekê. Li dora agir sohbeta berxwedanê tê kirin. Berxwedêr, ku hem şênî, hem rizgarker hem jî parastvanên cewherî yên gund in, dest bi ji nû ve avakirina jiyanê li gund dikin.
Dema em dikevin hundirê xaniyekî li başûrê gund, em li şervanê YPG'ê Marcelo Francisco rast tên. Dayika Francisco yê ji Îtalyayê hatiye tevlî YPG'ê bûye, ji Fasê ye. Francisco diyar dike li Kobanê jiyana azad tê parastin û destnîşan dike ku tevlîbûna li berxwedana Kobanê erkeke enternasyonalîst e. Francisco yê berî mehekê tevlî refên YPG'ê bû got, "Kobanê sosyalîst e, DAIŞ jî faşîst e. Li dijî faşîzmê meşandina têkoşîna sosyalîst ji bo min gelekî giranbuha ye." Francisco da zanîn ku ewê bi operasyonên xwe re DAIŞê ji xaka azad derxînin û gotinên xwe bi dirûşma "Bijî Kobanê" bi dawî kir.
Banga tevlîbûnê li eniya berxwedanê ye
Hogir Bîlal ê bersiv da banga tevlîbûna berxwedan û pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê, pêr hat û tevlî YPG'ê bû. Bîlal ê di dema destpêkirina êrîşan de ji bo demekê li ber xwe da û piştre çû Pirsûsê cem malbata xwe, li eniya başûr berxwedana xwe dewam dike. Bîlal got, "Ji bo parastina gelê xwe û qadên jiyana xwe em li vir in" û bang li ciwanan kir.
Extiyarê eniya rojava jî Xalit Elî yê 52 salî ye. Elî yê YPG'yî ku bi ciwanan re têdikoşe, Kobanê qet neterikandiye. Teysî û Mustafa Mûhammed ên YPG'yî, ku birayên hev in, xaka xwe qet neterikandine û bê navber têkoşîna xwe dewam kirine. Her du bira dibêjin, "Em xaka xwe, gundên xwe, zimanê xwe, jiyana xwe diparêzin."
KADRÎ OZKAN / DÎHA / KOBANÊ