Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs qala encamên serdana xwe ya Başûrê Kurdistanê kir û got, bi aliyan hemûyan re rûniştine.

Karamûs da zanîn ku heta niha tenê PDK´ê bersiva daxwaza wan a hevdîtinê nedaye û di heman demê de rêveberiya Başûr rê nedaye ew biçin Rojava.

BERHEM LETÎF / ROJNEWS

Ji 1’ê Kanûnê ve şandeya KNK’ê ji bo danûstandinên li gel partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê serdana Başûrê Kurdistanê kiriye. Şandeyê heya niha li gel partiyên Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê civiyaye. Naveroka civînan jî li ser êriş û metirsiyên li ser Kurdistanê û giringiya yekîtiya neteweyî ya Kurd in.

Hevserokê KNKê Ehmed Karamûs serokatiya şandeya KNK’ê dike. Karamûs li ser hewildanên KNK’ê yên ji bo yekxistina helwesta Kurdan, helwesta aliyên siyasî û astengiyên li pêşiya lidarxistina kongreya neteweyî hene, ji Rojnewsê re axivî.

PDK´ê heta niha bersiv nedaye

Serdanên me wê ji bo vê qonaxê bi çend pêngavan be. Ev serdan û civîn jî ne tenê ji bo nêrîna hevdûgirtinê ne. Di heman demê de divê di kirdarî de jî tedbîrên pêşwext ji bo rûbirûbûna metirsiyan were girtin. Tedbîrên pêşwext jî pêkanîna yekîtiya netewî ye. Em giringiyek zêde bi pêşxistina helwesta neteweyî di nava aliyên siyasî de didin.

Ji bilî PDK’ê me serdana aliyan hemûyan kiriye. Me daxwaza hevdîtinê ji wan jî kiriye, lê heya niha bersiva me nedane. Heta me li gel beşek ji sazî û dezgehên sivîl, kesayet û eşîran jî hevdîtin pêkanîne. Piştî partiyên Başûr me dest bi hevdîtina li gel partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî kiriye. Alî hemû jî erênî pêşwaziyê li hewildanên me dikin.

Hinek hestiyarî û nakokî di nava hinek aliyên siyasî de hene, wek KNK em vê yekê jî wek erkê xwe dizanîn ku em van aliyan bînin cem hev, alozî û nakokiyên wan çareser bikin. Van aliyan jî bi kêfxweşî vê pêşengtiya me qebûl kirin. Bê guman qonaxa piştî vê jî em ê bigihin encamên hîn baştir.

Nehiştin em derbasî Rojava bibin

Divê çapemenî vê pirsyarê ji wan hevalan bike ka çima astengî derdixin û pêşwaziya me nakin. Bi rastî jî min dixwest serdana birêz Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî bikim û bi taybetî jî bi wesîleya destbikarkirina Kak Nêçîrvan û Kak Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li wan bidim. Me bi nivîskî daxwaza hevdîtinê ji wan kiriye û nûnerê KNK’ê yê Başûr jî bi heman armancê serdana wan kiriye. Lê heya niha wan hevalan bi ti awayî bersiva daxwaza me nedane ka ji ber çi naxwazin li gel me rûnin.

Me xwest em weke şandeya KNK’ê serdana Rojavayê Kurdistanê bikin. Lê mixabin desthilata Başûr rê neda şandeya me û nehişt em derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Em ê konferansekê li dar bixin

Em difikirin konferansek netewî û giştî li ser astek bilind li dar bixin, ji bo em bikarin astengiyên li pêşiya yekîtiya neteweyî rakin. Heya nakokiya di nava aliyên siyasî de neyê çareserkirin zehmete kongreyek neteweyî were lidarxistin û bikare hêza hemûyan li bin banê xwe de bicivîne.