Piştî bombekirina dewleta Tirk a Perestgeha Eyn Dara ya li Efrînê, qismekî mezin ê deverê texrîb bûbû. Piştî dagirkeriyê jî endamên çeteyên dewleta Tirk ev dever talan kiribû; niha Rana Zaher bi agahiyan û wêneyan ev hovîtî careke din raxist ber çavan. Peykerê Şerê Eyn Darayê jî li gorî wê gelekî muhtemel e ku li Tirkiyeyê be. Arkeolog û dizaynkera li Beyrûdê bi cih bûyî, Rana Zaher li ser şêrê Eyn Dara yê li Efrînê bi dilzîziya xwe û biryardariya xwe ji bo vegerandina wî şêrî li cihê xwe nivîsand. Ew bi bîr dixe ku perestgeha Eyn Darayê sala 1954’an gava kolanên arkeolojîk dest pê kirin tenê serê şêrî xuya bû. Piştre şêrên dergehan û du şêrên din ên temamnebûyî yên dergehan paşê wê bihatana dîtin. Ev her sê peykerên şêran jî di warê hunere sfenksan de yekane ne. Heta niha ti avahiyeke din nehatiye dîtin ku weke vê avahiyê be.  Çima akademîsyenan serê xwe ji şêrî neêşand? Lê ji bo wê jî sirrek e, ew jî fêm nake ka çima şêrê Eyn Darayê ji bo nivîsên akademîk bal nebiriye ser xwe, tevî ku dîzayna wî yekane ye; mezinahiya wî jî bi bilindahiya di ser 3 metroyan de, têra xwe dêwane ye. Texmînî di navbera 1300 û 1000’î beriya mîladê hatiye çêkirin û îlhama xwe ji rêuresma Împaretoriya Hîtîtiyan girtiye. Ji bilî şêr, hin tiştên din ên ku ji bombekirina dewleta Tirk filitîn, hatin talankirin û endamên çeteyên dewleta Tirk ew muhtemelen ji bo firotinê, ji deverê dizîn. Yek ji van jî ew şopa piyên xedawendê li dergehê perestgehê bi xwe ye. Şer bi talanê ji cihê perestgehê birine Rana Zaher li aqûbeta şêrî dipirse û ew Kanûna 2019’an wêneyekî peyda dike ku tê de serê şêr xuya dike; ew dibêje, “[şer] bi hovane ji cihê xwe di encama talanê de hat birin tevî peykerên din ên hema ji zemînê hatibûn qutkirin.” Di fotograf de bi buldozerê derxistina peykerî û pîvana wî xuya ye; Rana Zaher dibêje wê baş lê kolaye û dîtiye ku şêrê di wêne de orîjînala şêrê Eyn Darayê ye. Li gorî gotegotên heta gihîştî wê jî ev peykerê hanê niha li Tirkiyeyê ye. Ew dibêje heger nehatibe parçekirina ji bo firotina hêsantir, wê şêr derkeve meydanê û ew wiha dewam dike: “Wexta min ew dît, û ez dizanim ez ê wî bibînim, ez ê helbet heta bi henaseya xwe ya dawî ji bo ku wî vegerînim, têbikoşim.” Axir ji bilî biryardariya Rana Zahek, ya ku em ji van agahiyên wê fêm dikin ew e ku bi awayê herî hov Eyn Dara hatiye talankirin û parçeyên dizî jî li Tirkiyeyê ne. FRANKFURT