Piştî  hevdîtina her du aliyan, Berdevkê Çapemeniya Tevgera Îslamî  Dr. Abdullah Wartî û li ser navê Şandeya HDP’ê Dîlek Ocalan daxuyanî da çapemeniyê û pirsên rojnamegeran bersivandin.  Dr. Abdullah Wartî li ser şerê dewleta Tirk  li Bakurê Kurdistanê got, pêwîst e demildest pêvajoya aştiyê bikeve rojevê, bi çekan û rijandina xwînê, çareserî wê pêk neyê û gelê Kurd wê bi aştiyê bigihêje daxwaz û armancên xwe. Wartî destdirêjiya li dijî parlamenterên HDP’ê weke bûyereke metirsiyê nirxand û got, "Ev ê ziyanê bide peywendiyên di navbera gelê Kurd û dewleta Tirk de. Pêwîst e hemû partiyên Herêma Kurdistanê bi her awayî bibin alîkar û piştgiriya doza rewa ya Kurdên Bakurê Kurdistanê bikin." 

 Li ser navê şandeya HDP’ê Dîlek Ocalan jî bal kişand ser bêdengiya Herêma Kurdistanê ya  li hemberî şer û bûyerên li Bakurê Kurdistanê û weha îşaret bi girîngiya yekîtiya gelê Kurd kir: " "Pêwîst e di demek nêzîk de yekîtiya gelê Kurd bê pêk anîn. Rast e, şer niha li Bakur, Rojava berdewam e lê ne diyar e ka wê sibe li kû derê çi çêbe. Ji ber wê, pêwîst e em hemû partiyên Kurdan, xwe bikin yek û piştgiriya hev bikin. Da em bikarin welatê xwe, çand û zimanê xwe bi parêzin."

Ocalan xwest li diji tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî helwêst bê nîşandan û weha dawî li axaftina xwe anî: "Em Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin." 


 HEWLÊR