Nûnerên Kantonên Rojava yên beşdarî hevdîtina bûyîn, ji RojNewsê re li ser vê lihekirinê axivîn û wek karek pîroz û girîng binavkirin.  Endamê desteya rêveberiya TEV-DEM´ê Aldar Xelîl got: “Piştî nîqaş û nakokiyên 9 rojan, TEV-DEM û ENKS gihiştin wê encamê ku li Rojava şoreşek heye û bi xwe re gelek guhertin an,ye. Herwiha berxwedanek dîrokî li Rojava heye, ji bo wê jî ya herî girîng yekîtiya di navbera me de ye. Girînge ku ENKS jî beşdarî rêveberiya li Rojava bibe. Di civînê de gelek pêşniyar û nêrînên cûda yên ENKS’ê ji bo rêveberiya xweser hebûn. Me jî red nekir û me got em dikarin komîte û lijneyan ava bikin..”


´Wê jimara eskerî çareser bibe´
Aldar Xelîl wiha got: “Mijareke girîng ku heta niha nehatiye ronîkirin, ew jî mijara leşkerî ye. Li ser vê bingehê komîteyek di nav aliyên kurdî de pêk tê û wê li gel fermandariya YPG’ê guftûgoyan bikin. Li gor vê jî çi pêwîst bibe, wê biryar li ser were girtin. Em hêvîdarin li gor guhertinên ku biryar li ser hatine girtin, di pratîkê de encamê bigirin. Em dixwazin lihevkirina ku di navbera me de çêbûye, di navbera du mehan de hemû pêwîstiyên wê pêk bên û karên li ser bi dawî bibin.”

´Ev guhertin pêwîst e´

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsê jî got: “Karek gelek girîng bû, guhertinek pêwîst bû û gavek girîng ji bo yêkîtiya kurdan di asta siyasî de ye. Bêguman ev yek ne tenê bandorê li ser Rojava, wê li ser hemû Kurdistan, herêm û qada navnetewî jî bike. Ji ber ku berxwedana Rojava ji me dixwaze ku em di warê siyasî de lihev bikin. Em bi hev re kar bikin, bi hev re parastina axa xwe bikin, emê ezmûna xwe bi serkeftî derbas bikin.”

´Çareseriya kêmasiyan girîng e´

Serokê Partiya Demokrata Kurdên Sûriyê Cemal Şêx Baqî jî li ser lihevkirina navbera kantonên rojava û ENKDS’ê de wiha axivî: “Encama civîna 9 rojan girînge û karek pîroz bû. Karê girîng ewe ku herdû alî dûr ji berjewendiyên hizbî û şexsî, nêzî vê lihevkirinê bûn. Bi hestek welatparêzî, kurdayetî û bi niyeta serxistina siberoja Rojava nêz dibûn.” Cemal Şêx Baqî wiha got: “Em hêvîdarin ev lihevkirina gelê kurd li Rojava kêfxweş bike. Me berê kêmasî kirin, em hêvî dikin ev kêmasî bên sererast kirin, em bikarin ji gelê xwe re bibin bersiv.” Nûnerê Partiya Lîberal Dr. Ebîr Hesaf jî lihevkirina Dihokê girîng dibîne û wiha dibêje: “Civîn ji bo Rojava û yekbûna herdû encumenan pêwîstiyek girîng bû. Em hêvîdarin ev biryar bikevin di pratîkê de.”

ROJNEWS/DİHOK