Bi bihêzbûna bandora hêza Kurdan a li ser siyaseta Rojhilata Navîn, rejîmên desthilatdar û statûkoparêz ketine nava panîkê. Êdî aşkere bûye, pêşketinên ku dewletên rojavayî û hevkarên wan ên herêmî yên totalîter ji şerê li Suriyeyê dipan, pêk nehat. Bi navê ‘Bihara Ereban’ tevlîhevkirina dewletan û fetisandina hêviyên azadî û demokrasiyê ya xelkan li Suriyeyê bi hêsanî nehate meşandin. Piştî kuştina bi hezaran kesan û penaberkirina bi milyonan însanan îro rewş hên jî xirabtir e...

Him hêzên hindirîn him jî yên derveyî tev dest bi xwîn in û bona menfeatên xwe yên qilêr agirê wehşetê gur dikin. Di vî şerî qilêr de hêza ku dest û hêviyên wê pak maye û bêhna însanetiyê jê tê, tenê tevgera Kurdên Rojava ye. Li beramberê vê yekê hêzên serdest bi her awayî hewldidin ku Kurdan jî bikin parçeyekî hovîtiya xwe û rastiya xwe ya dijînsanî veşêrin. Ji ber vê yekê ye, her ku Kurd sewa azadî û demokrasiyê gavekê diavêjin, rastî êrîş û hovitiya hêzên serdest û hevkarên wan ên Kurd û hêzên mîna El-Qaîdeyê tên.
Mixabin îro rêveberiya Başûrê Kurdistanê li hemberî şoreşa Rojava mîna memûrê dewleta Tirk tevdigere. Hikûmeta AKP’ê çi dijminatiyê li Kurdên Rojava dike, rêveberiya Başûr jî heman helwestê, him jî bi heman uslubî diyar dike; şoreşa Rojava wek ‘teror’ binav dike! AKP deriyên li ser sînorê ji alîkariyen însanî re digire, PDK jî sînorên Başûr ji alîkariya Rojava re digire. Tirkiye çeteyên hov ên El-Qaîdeyê li hember Kurdan dide şer kirin, partiyên girêdayî PDKê jî ji bo tevlîhevkirina rewşa siyasî ya li Rojava çi ji destê wan tê li pey xwe nahêlin. Hikûmeta AKP’ê di nava Kurdên Bakur û Rojava dîwaran dirêsîne, PDK nahêle ku Serokê PYDê Salih Mûslim li ser Başûr re derkeve Ewropa û sewa Konferansa Cenevreyê dîplomasiyê pêş bixe. Bi awayekî objektîf; AKP, PDK û El-Qaîde ji bo parçekirina hêza Kurdistanî, yekîtiya Kurdan û fetisandina şoreşa Rojava bi hev re di nava êrîşeke bêxêr de ne.
Rêveberiya Başûr bi vê helwesta bêxêr him hêviya Kurdan a azadiyê him jî dilê Kurdan giştan dişkîne...
Dûr an jî nêz, xelk û alem wê tev şahid bibin, ku him hikûmeta Tirk him jî rêveberiya Başûr li hember şoreşa Rojava û ya Bakurê Kurdistanê wê serê bitewînin!..
Ne tenê Kurdên Bakûr û Rojava, êdî partî û hêzên din ên Başûr jî li hember helwesta PDKê a li hember Rojava nerazîbûnê nîşan didin. Her hêza Kurd îro bi aşkereyî dibîne, ku dek û dolabên rêveberiya Başûr ên bi hevkariya hikûmeta Tirk û El Qaîdeyê ya li hember şoreşa Rojava, ji bo siberoja Kurdan giştan pratîkeke bêxêr û şerm e!..
Ew çi dikin bila bikin; serkeftinên leşkerî yên Hêzên Parastina Gel û organîzebûna jiyana civakî ya Rojava daxwaza wan di qirika wan de dihêle. Keç û xortên Kurd bi qehremanî û fêdekariyeke mezin deriyê sînora Rojava û Iraqê û bajarê Tel Koçer jî ji destê El-Qaîdeyê rizgar kirin. Ev serkeftin ne tenê ji bo bêhnstandinê, li qadê dîplomasiyê jî sewa destkeftiyên nû yên Kurdan giştan deriyan vedike. Herkes baş dizane ku îro li Suriyeyê di qadê siyasetê de PYD û di qadê şer de jî YPG hêzên herî bi rêxistinî û gorî şertên şer û polîtîkaya navneteweyî tevdigerin in. Helbet li qadê navneteweyî jî nûnerê Kurdên Rojava ew werin qebûlkirin.
Him polîtîkayên AKP him jî yên PDK û El-Qaîdeyê polîtîkayên serdestan e, ku bi hevkariyên qilêr ên li ser bingeha rantxwariyê tên meşandin in. Herwiha bêyî nirxên însanî ne. Di dîrokê de jî tim hatiye dûbarekirin ku qanûnên rastiya civakan ji yên serdestan bihêztir e. Ji ber vê yekê ne pere û hêzên leşkerî yên AKP û PDK, ne jî derî û dîwarên wan li hemberî şoreş û rastiya Rojava demdirêj bin... Hêrsbûna wan jî ji ber vê rastiyê ye!..