Şerê di navbera Artêşa Sûriyeye û hêzên muxalefeta çekdar de bûye şerekî qirêj ku her du alî hemû derfetên xwe bikar tînin, da ku neyarê xwe  têk bibin. Rejîma Beşar Esad bi hemû çekên di dest de êrîşê dibe ser komên çekdar. Bi tank û topan. Bi belafirên şer gund û bajarên ku komên çekdar tê de bi cih dibin bombebaran dike; tax û xaniyan hildiweşîne.
Ev siyaseta 'şewitandina her tiştî' bi mebesta têkbirina komên çekdar û kesên wan vedihewînin pêk tê. Rejîm dixwaze ji her gund an jî tax û bajarokê ku komên çekdar lê bi cih dibin, nameyekê bişîne û bêje: Du rê li pêşiya we hene, an hûnê bi xwe şerê van koman bikin û wan ji heremên xwe biqewirînin, an jî emê tevahiya heremên we bidin ber topan û we jî mîna çekdaran hedef bigrin.
Aramnca din jî ew e, ku di nava gel de li dijî van koman kîn û nefretê belav bike. Hatina çekdaran ji bo taxekê bête wateya êrîşên belafirên şer û kuştina welatiyên bê sûc. Ev siyaseta komkujiyê heta niha dewam dike û li gelek cihan encam jî daye.
Ji vê yekê zêdetir, artêşa Sûriyeye (hêzên taybet û istixbarate ku piraniya wan ji mezheba Elewî pêk tên) dîmenên kuştin û gurandina şervanên komên çekdar (an Artêşa Hur!) bi zanebûn belav dike. Armanc jî ew e, ku van koman bitrsîne û psykolojiya wan têk bibe, ya din jî bide xuyakirin ku leşker hemû alîgirên rejîmê û Esad in. Balkêş e ku dema tomarkirina van dîmenan tevahiya axaftinan eskerên rejîmê bi devoka Elewiyan e! Ew jî nameyek din e mebesta wê ew e ku girêdana Elewiyan bi Esad re bide xuyakirin. Her wiha rejîm bi zanebûn jî komên eskerên xwe  (yên ne ji yekîneyên hêzên taybet) di nava lepên komên çekdar de dihêle û ji bo xelasiya wan tedbîrên cidî nagre. Mebest ji vê yekê, da ku hemû li ser destên şervanên van koman werin kuştin û hêrsek mezintir li dijî kiryarên van koman li cem gelê Sûriyeye peyda bibe. Me gelek caran dît ku rejîma Esad eskerên xwe yên ji aliyên komên çekdar ve hatibûn dorpêçkirin bi tenê hîşt û ji bo xelasiya wan tevnegeriya. Ev esker bi awayekî hovane her carê bi destê şervanên komên çekdar (bi taybet yên îslamî) dihatin kuştin û dîmênên tesfiyekirina wan jî di malperên înternetê de dihatin belavkirin. Me ev yek li (Noqteya Henano' ya li Helebê dît, dema komek çekdar bi dehan esker qetilkir. Her weha li Idlib û Hema yê jî bûyerên weha derbas bûn. Dawîtirîn car li Serêkaniyê bû. Li wir jî bi sedan çekdarên koma (Xuraba al-Şam“ ya nêzî fikrê rêxistina El Qaîde yê bi dehan leşker dîl girtin û bi xwînek sar ew qetil kirine. Dîmenên qetilkirina van eskeran dîlgirtî niha di malpera „Youtube” de de ne û her kes dikare lê temaşe bike.

Bedeneke bêserî 'Artêşa Hur'

Gelek komên çekdar peydabûne. Hemû jî navê 'Artêşa Hur' li xwe dikin û li jêr vî navî li dijî rejîmê şer dikin û komkujiyan dikin. Ev kiryarên hovane ji aliyê gelek rêxistinên navnetewî ve hatine şermezarkirin. Herî dawî (06.11.2012) berdevka Netewyên Yekbûyî Leyla Zeroqî diyar kir ku ji bo pêkanîna komkujiyan û qetlkirina zarok û sivîlan, ewê dozek di hiqûqa navnetewî de li dijî 'Artêşa Hur a Sûriyeyê' vekin û wê têxin nava lîsteya reş. Mîna berê 'Artêşa Hur' ya ku efserên ji artêşa Esad veqetiyayî ew damezrandibû, nikare hemû komên çekdar kontrol bike. Bi taybetî komên tûnderew yên îslamî ku niha xurtirîn hêzin û baş rêxistinkirî ne. Ew nêzî hizra El Qaîdeyê ne û şervanên wê piraniya wan ji welatên Ereb û Misilman in. Yanî yên ji bo meşandina 'cîhadê' li dijî rejîma Esad a 'kafir' hatine şer, ne ji bo azadkirina gelê Sûriyeye. Berê li Iraqê û Afganistanê şer kirine. Gelek ji wan bi riya îstixbarata rejîma Esad ji bo Iraqê dihatin şandin. Niha ew vegeryane Sûriyeye û li dijî Esad 'cîhadê' dikin . Em dikarin li vir navên çend koman bêjin: Yekîneya al-Tewhîd, Yekîneya al-Farûq, Yekîneya al-Ababîl, Cebha al- Nasra,  Yekîneya Ahfad al-Resûl,  Yekîneya Asîfa al-Şîmal  ku li jêr serkêşiya kesekî Turkmen bi navê Emar Dadixlî ye û niha kontrola herema Izazê ya nêzî Efrînê dike. Vê yekîneyê êrîş bir ser gundê Qestela Cindo yê Kurdên Êzîdî. Li gorî çavdêran ev mirovên ku berê nêzî rejîma Esad bû û pêxwasî jê re dikir, niha bûye peyayê dewleta Tirk û şerê Kurdan daye ber çavê xwe. Ji ber helwestên wî yên tûnd û tengavkirina milet li Izaz û gundên derdorê bi hevdana peran bi Darê zorê, milet li dijî wî bi kîn û nefret bûye. Her weha Yekîneya xuraba al-Şam jî heye, ya ku vê dawiyê êrîş bir ser bajarê rojavayê Kurdistanê: Serêkaniyê. 


Fermandarên Artêşa Hur
Ev 'Artêşa Hur' gelek yekîneyên din jî digre nava xwe. Serokê vê artêşê bi fermî Riyad al-Ased e yê ku yek ji kesên yekemîn bû, ku ji artêşa rejîma Esad veqetiyane. Lê piştî demekê tevgera veqetandinê zêde bû û efserên ji al-Ased payebilindtir veqetyan. Di encama nakokiyên di navbera van efseran de, gelek berên 'Artêşa Hur' hatin damezrandin. Em li vir dikarin behsa hinek van beran bikin:
Mistefa al-Şêx: Ew Serokê Meclisa Eskerî ya Artêşa Hur e. Ji herema Cisir al-şagor re, herema Riyad al-Esad. Nakokiyên mezin di navbera wî û Esad de hene. Al-Şêx mirovekî xwedî hizrên welatperweriya Sûriyêye û helwestên wê yên li dijî destwerdana dewleta Tirk û mudaxeleya rêxistina Birayên Misliman hene. Ew ji mêj ji Tirkiyeyê hatiye Sûriyeye û li heremên şer bi cih bûye.
Mihemed Haj Alî: Ew Serokê  Artêşa Niştimanî ya Sûriyeye. Ji xelkê bajarê Dera ye. Di hevpeyvînekê bi televizyona  El Cazzirehin nêrînên dijminane li dijî Kurdan nîşan da û derbasbûna yekîneyên qaşo 'Artêşa Hur' ji bo heremên Kurdan pîroz kir!
Hêjayê gotinê ye ku ev 3 mirovên xwe mîna serokên 'Artêşa Hur' dibînin, ne li hev in û nakokiyên cidî di nava wan de hene û heta niha hemû hewledanên lihevanîna wan bi ser neketine.

Bikaranîna Tirkiyeyê ya komên çekdar

Di 26.10.2012 de yekîneyek bi navê (Yekîneya Selahaldîn) ku ji bi dehan Kurdên xwefiroş yên ajanên dewleta Tirk pêk tê, li gel bi dehan kesên din, êrîş bir ser xwepêşandêrn Kurd yên li taxa El Eşrefiye ya Helebê û gule barandin ser milet. Di encamê de bi dehan kes mirin û birîndar bûn.
Piştî mudaxeleya Yekîneyên Parastina Gel (YGP) ji vê komên 19 kes hatin kuştin di nava wan de çend kesên Kurd hebûn û nêzî 'Partiya Azadî' bûn. Li gorî agahiyan vê koma çekdar yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin, dixwest taxa Kurdan El Eşrefiye bigre bin kontrola xwe, lê YPG'ê destûr nedaye. Vê komê dema fermandara YPG'ê ya Helebê Nûjîn Dêrik dixwest cenazeyên kuştiyên wê radest bike, ew jî dîl girtin. Ji bo tevliheviyê durust bikin, gotin Dêrik hatiye kuştin, pişt re ev yek derewandin û ew radestî YPG'ê kirin. Li gorî daxuyaniyek Serokê PYD Salih Muslim ji Sterk TV re, vê komê Nûjîn Dêrik derbasî Tirkieyê kiribûn û li wir rastî lêpirsînê hatiye.
Piştî bûyerê hin serokên 'Artêşa Hur' îda kirin ku agahiyan wan ji vê êrîşê nebû. Malik al-Kurdî cîgerê Serokê 'Artêşa Hur' mikur hat û got ev êrîş çewtiyek mezin bû û diviyabû nebûya. Wî her wiha bal kişandin ser Kurdên ajan yên cihê xwe di nava (Yekîneya Selahaldîn) digrin û got ev kesanan me li dijî PYD û YPG'ê sor dikin û her car ji me dixwzin ku em êrîşî van her 2 hêzan bikin.
Li gorî agahiyan, ev Yekîneya Selahaldîn bi biryara AKP'ê hatiye avakirin û kesên bi navê Selah Bediraldîn ku Kurdê rojava yê û bi tarîxa xwe ya reş û têkiliyên tarî bi rejîmên dijminên Kurdistanê tê nasîn, wê bi rêve dibe. Ev Selah Bediraldîn niha li Hewlerê di bin parastina PDK'ê de dijî.
Selah Bediraldîn ji destpêka damezarindina 'Artêşa Hur' peywendî li gel wan saz kir û hewl da wan li dijî PYD'ê sor bike. Serdana Riyad el Ased kir û soza hevkariyê bi wî re da. Li gorî Bediraldîn PKK rê li ber beşdarbûna Kurdên rojava ya serhildanê digre û naxwaze heremên Rojava li dijî rejîma Esad serî hildin, lewma pêwîstî bi mudaxeleya 'Artêşa Hur' heye!. Bi riya Partiya Azadî ku ji dost û alîgerên Bediraldîn yên kevin pêk tê û serokê wê Mistefa Cuma yê, ku di nav Kurdên Rojava de wek peyayê Bediraldîn tên nasîn, wî xwest komek çekdar ava bike û şer li dijî PYD'ê îlan bike. Ew êrîşa li dijî xelkê El Eşrefiye û kuştina Kurdan mîna encama vê siyasetê bû. Selah Bediraldîn di nivîsek xwe de itîraf dike ku wî li Hewlerê bi berpirsên Tirk re hevdîtin kiriye û rewşa Sûriyeyê û Kurdan bi wan re nîqaş kiriye. Jixwe belgeya ku ji konslosa Tirk a li başûrê Kurdistanê hatibû derxistin, vê xebata wî ya ajantiyê isbat dike.
Her çqasî ku Partiya Azadî ku ew bi xwe endama  Meclisa Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê ye têkiliyên xwe bi vê koma çekdar re inkar kir, lê isbat bû ku 2 kesên ji vê komê yên di mudaxeleya YPG'ê ya li taxa Eşrefiyê hatibûn kuştin endamên Partiya Azadî bûn û berê ew herdu2 kes ji aliyê YPG ve hatibûn hişyar kirin. Mixabin tevî van hemû rastiyan û hemû bangan, lê dîsa  Meclisa Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê û hikûmeta herema başûr tu helwest li dijî Selah Bediraldîn û rêvibirya Partiya Azadî nestendin.
Rayedarên 'Artêşa Hur' soz dane ewê nehêlin ev yekîne û yekîneya din ya girêdayî kesên Turkeman yê bi navê Emar Dadixlî, carek din êrîşî Kurdan bikin. Lê li gorî rastiya berxwedana YPG'ê û bersiva wê ya xurt rê li ber mudaxeleya van koman girt. Niha tevahiya taxên Kurdan li Helebê û tevahiya herema Efrînê li jêr destê Kurdan de ye û YPG'ê bi pêdiviya parastinê radibe. 


Hewldana ketina rojavayê Kurdistanê
 Di 8 Mijdarê de de bi sedan çekdarên (Yekîneya Xuraba al-Şam) di bin çavdêriya Artêşa Tirk de sînorên Tirkiyeyê derbas kirin û ketin xata navçeya Kurdan Serêkaniyê. Wan êrîşî nuqteyek eskerî kirin û çend eskerên rejîmê kuştin. Ev şervan gelek ji wan ji welatên Erebin û xwedî hizrek radîkal in. Dewleta Tirk ev çekdar bi riya Dergehê Kilisê ji Helebê anîne nêzî Serêkaniyê û riya sînor ji wan re vekir. Di heman demê de jî çadir ji bo hatina bi hezaran welatî amede kir. Di 09. 11. 2012'an de van kesa êrîşî nuqteya eskerî ya nêzî bajarê Serêkaniyê kir ku dora 50 eskerên rejîma Esad lê cih digrtin. Di encama peyvçûnan de, ev esker teslîm bûn (jixwe rejîmê qet bi ser wan neket û alîkarî ji bo wan dewir nekir), piştî teslîmgirtina van eskeran, çekdarên Yekîneya Xuraba al-Şam ew hemû kuştin û avêtin gorek komî. Wek her car jî dîmenên wan ji bo belavkirina di malpera Youtube de hatin tomarkirin.
Rejîma Esad êrîşên mezin û bê navber bi riya belafirên şer bir ser bajarê Serêkaniyê. Di encama van êrîşan de bi dehan welatî hatin kuştin û gelek xanî rûxiyan. Derdora 20 hezar kes ji xelkê vî bajarî derbider bûn û reviyan Tirkiyeyê. Her wiha rejîmê dora 1000 esker û bi dehan tank ji bajarê Hesekê şand Serêkaniyê ji bo têkbirina vê koma çekdar.
Di nava kesên ku di êrîşa hewayî ya belafirên şer yên rejîma Esad de hatin kuştin, kesê bi navê Elî Mele Şêxmûs û kurê wî Kanîwar Şêxmûs hebûn. Ev her du kes rêvebirên heremî yê Partiya Azadî bûn û ji bo anîna çekdarên 'Artêşa Hur' ji mêj xebat dikirin. Li gel wan 7 endamên wê koma çekdar jî hatin kuştin.
Televizyonên Ereb bi taybetî El Cazzire yek ji peyamnerên xwe şand Serêkaniyê û dest bi propagandayê kir. Di heman demê de li dijî Kurdan jî helwestên xirab nîşan da. Tiştê balkêş di vê êrîşê de ew bû ku Newaf Ragip al-Beşîr yê mîna Serokê Eşîra Begara li Sûriyeye tê nasîn -ev eşîr li bajarê Hesekê xwedî hêz e-  ew jî derbasî Serêkaniyê bû. Ev mirov niha bûye amûrekî dewleta Tirk yê li dijî Kurdan. Di kongreya El Qahîrê ya muxalefta Sûriyeyê ku di 04. 07. 2012'an de li dijî Kurdan axifî û got ewê qet nasnameya Kurdan di destûrê bingehîn yê Sûriyeye de qebûl neke û wê bi xwe here şerê Kurdan bike, eger ku formek xweseriyê ilan bikin!. Ev mirov cihê xwe di nava çekdarên 'Artêşa Hur' de li Serêkaniyê digrt!
Divê bê gotin ku kesê bi navê  Muhaymin al-Tay  yek ji serkêşê vê tevgera eskerî ya li Serêkaniyê bû. Ev kes efserekî ji Artêşa Esad veqetiyabû. Ew bi xwe ji Eşîra Teaya ye ku piraniya kesên wê li bajarê Qamişlo û gundên derdorê dijîn. Bi riya vî mirovî aliyên dijberên Kurdan dixwazin tevliheviyê li heremên Rojava çêbikin. Wan Serêkaniyê hilbijart ji ber ku li wir hebûna eşîrên Ereban mîna  Edwan û Herb heye û dixwazin wan li dijî Kurdan bikar bînin. Lê tiştê balkêş ew bû ku gelek berên van eşîran ji 'Artêşa Hur' xwestin ji heremên wan derkeve û diyar kirin ku ew qebûl nakin tu hêzek din ewlekariya van hereman bigre dest xwe.

Şerê Serêkaniyê û mudaxeleya YPG'ê 

Di 19. 11. 2012'an de komên çekdar ên li Serêkaniyê bi cih bûn êrîşî xwepêşandaneke Kurdan ya bi armanca nîşandina nerazîbûnê li dijî hatina van koman hatibû lidarxistin kirin. Di encama vê êrîşê de Abid Xelîl ê Serokê Meclisa Gel a Serêkaniyê bû hate qetil kirin. Yekser Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiv da û pevçûn berfireh bûn. Li gelek taxên bajêr şervanên YPG û endamên komên çekdar rastî hev hatin. Van pevçûnan bi qasî 40 satan dewam kir. Li gorî agahiyan bi dehan ji çekdarên komên tunderw yên girêdayî dewleta Tirk hatin kuştin. Ambulasên ji aliyê sînorê bakurê Kurdistanê kuştî û birîndarên komên çekdar rakirin nexweşxaneya bajarê Rihayê. Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk çekên giran ji bo van koman şandibûn. Bi topên hewanê jî çend taxên Kurdan li bajêr bombebaan dikir û dixwest destê çeteyên xwe xurt bike. Piştî pevçûnên dijwar navberek hate stendin û cenazeyên kuştiyan hatin radestkirin. YPG berxwedaneke nedîtî nîşan da. Di encama vê berxwedanê de bi dehan kuştî û birîndar di nava komên çekdar de çêbûn. Tenê 18 cenaze di destê YPG'ê de hebûn. Her wiha 7 endamên koma çete jî ji aliyê YPG'ê ve dîl hatin girtin. Di êrîşên koma çete yên ser gel û şerê dijwar ê 40 saetî de 2 endamên YPG'ê jî di nav de wendahiyên aliyê jî 5  hebûn.
Piştî hinek danûstendin bi Artêşa Hur re, Serokê vê artêşê Riyad al-Ased ragihand ku tu têkiliyan wan bi van komên çekdar yê ku niha li Serêkaniyê şerê YPG dikin nîne û ev kom bêyî destûra wan derbasî vê heremê bûne. Al-Asad da xuyakirin ku şerê niha diqewime ne di xizmeta gelê Sûriyeye de ye û ew doza rawestandina vî şerî li komên çekdar dikin.
Li aliyê sînor yê din, Newaf Ragip al-Beşîr ragihand ku wan pîlan kiriye tevahiya herema „bakur-rojhilatê Sûriyeye“ bigerin dest xwe û hilbirîna Petrolê bibirin û „damarê jiyana rejîma Esad“ qut bikin. Her wiha al- Beşîr ragihand ku ewê 'Artêşek Azad a Kurdan“ li dij YPG'ê ava bikin! Jixwe hate diyar kirin ku di nava kuştiyên komên çekdar de çend kesên Kurd jî hene. Hate ragihandin ku di nava kuştiyên komên çekdar de: Hozan abû Zayid, Taha Mahmûd Şêx Alî, Yasir û Sebirî Muxatar hene. Ev jî mîna endamên „Şepêla Pêşerojê“ li dijî PYD û vîna Kurd ya azad li bajarê Qamişlo dixebitîne. Têkiliyên wan bi dewleta Tirk û rêxskitina Birayên Misilman hebûn. Her weha hate diyar kirin ku çend kesên din ên Kurd jî yên endamên vê koma çete birîndar in û niha li Rihayê tedwaiyê dibînin. Ji van kesan Usama Silêman û birayê wî hatin naskirin.
Li gorî çavdêran bi dehan kesên Kurd yên girêdayî Birayên Misilman, Abdulbasit Seyda, Partiya Azadî û  Şepêla Pêşerojê niha di nava van komên çekdar de hene û li dijî PYD'ê her şêweyê bêbextî û iftîrayan belav dikin. Jixwe beriya demekê Mistefa Cuma Serokê Partiya Azadî di hevdîtinekê de bi Nivîskarê Tirk Hesen Cemal ji bo rojnameya Millyetê diyar kiribû ku ew li dijî PYD'ê dixebitin û çekdarên wan yekîneyek bi navê 'Yekîneya Selahaldîn' ava kirine. Ev yekîne bû ya ku li taxa  Eşrefriye ya Helebê 13 Kurd kuştin. Xizmên van kesan li dijî Cuma dozek vekirine û ew bi kuştinê mirovên xwe tewanbar kirin.

Serkeftina YPG'ê moral da Kurdan

Êrîşên komên çekdar yên girêdayî El Qaîde û AKP'ê rastî nerazîbûna tevahiya gelê Kurd hat. Her kesê welatparêz ev êrîş şermezar kirin û helwesta YPG ya berxwedêr silav kirin. Yekîtiyek baş niha li rojava durist bûye. Bi taybet li Serêkaniyê hate diyar kirin ku partiyên Kurd yên qaşo xwe xwediyê gel dihesibandin hemû reviyan Tirkiyeyê. Tenê PYD û YPG li cihê xwe man. Dema berpirsyarên van partiyan bi derbasbûna malbatên xwe ji bo Tirkiyeyê mijûl dibûn, Abil Xelîl Serokê Meclisa Gel li Serêkaniyê bi guleya komên çete/terorîst şehîd ket! Şerê dîrokî yê 40 saetî li Serêkaniyê hate meşandin û bi şêwazekî fedaî parastina gel a ji aliyê YPG'ê ve û têkbirina koma çete ya ji aliyê Tirkiyeyê ve dihate destek kirin di nava Kurdan de kêfxweşiyek afirand. Gelek kesên di bin bandora propgandaya Kurdên xwefiroş a reşkirina PYD'ê û YPG'ê de bi destana li Serêkaniyê hate nivîsandin hişyar bûn û dikare were gotin ku êdî sempatiyeke mezin ji bo YPG'ê heye û lîstikên tên meşandin vala hatin derxistin.  Tevgera Azadiya Kurdistanê diyar kir ku ew destekê dide berxwedana YPG û Kurdên Rojava û dê dijminatiya dewleta Tirk li dijî Kurdan bê bersiv nehêle. Her weha rêvibirya Başûr jî yekser doza civînek lezgîn li partiyên “Desteya Kurd ya Bilind“ kir. Li gorî agahiyan Serokê Herema Başûr Mesûd Berzanî ji berxwedana YPG'ê kêfxweş bû û pêşwaziyek taybet li endamên Meclisa Gel ya Rojavayê Kurdistanê û PYD kir.
Dewleta Tirk pîlana xwe ya li dijî ewlekariya heremên rojava yeko yek bi cih tîne. Wê komên ku ji hinek xwefroşên Kurd pêktên, damezarin û ew li dijî PYD dan xebitandin. Wê yekîneyek 'Artêşa Hur' şand heremên Rojava da ku wan bîne himberî hêza YPG û şerkî Ereb û Kurdan durust bike. Niha jî pêwendiyan bi eşîrên Ereb re saz dike û wan li dijî Kurdan sor dike. Hinek komikên Kurd jî hene alîkariya vê siyasetê dikin. Bi riya wergirtina pere û çekdan hewl didin vîna gelê Kurd û projeya Xweseriya Demokratîk ya PYD têk bibin. 


Berpirsiyariyên li pêyiya Kurdan


Dewleta Tirk bi taybet li bajarên Serêkaniyê, Hesekê, Tirbesipiyê û Qamişlo yê jî, dê di pêşerojê de van koman bi ser Kurdan bajo. Dê hewl bide 'Artêşa Hur' li dijî Kurdan sor bike.
Ji bo ev yek pêk neyên, pêwîstî bi pêkanîna van xalan heye:

- Xurtkirina forma Desteya Kurd ya Bilind û bicihanîna hemû xalên peymana Hewlerê. Li cem Mesûd Berzanî (ku mîna piştgirê vê peymanê ye) divê gilî li dijî kesên têkildarî komên çekdar yên ku dixwazin navbera Kurdan xerab bikin, were kirin.
- Girtina ciwanên Kurd yên ji derveyî hizra PYD'ê di nava YPG'ê de. Divê hêzek eskerî ya fermî û profesyonal ya Kurdên rojava bête damezrandin.
-  Xurtkirina pêwendiyan bi eşîreyên Ereb re û lidarxistina kongreyek biratiyê li Qamişlo. Di vî kongreyê de rêveberiya heremî bête destnîşankirin û her kes beşdarî xweseriyê bibe, li gorî hijmara xwe û bi awayekî demokrat.
- Divê hevkariyek taybet bi Eşîra  Şemra ya Ereb re were danîn. Ev eşîre xwe nêzî Kurdan dibîne û daxuyaniyên serokên wê derbarê Kurdan û Tevgera Azadiyê û rêberê wê Ocalan de gelekî erênî ne. Her weha ew mudaxeleya dewleta Tirk û 'Artêşa Hur' jî red dike. Eger ev eşîr cihê xwe li cem Kurdan bigre, pîlana AKP ê ya peydakirina şerekî Ereb-Kurd pûç dibe. Ev eşîr di salên 1750-1800 de ji Arabistana Siûdiyê hatiye Kurdistanê û beşek ji Qebîleya Şemra  ku yek ji mezintrîn qebîleyên netewa Ereb e.
-  Divê têkilî bi Asûrî û Suriyaniyan re jî bête xurtkirin. Mînaka rêvibirya bajarê Til Temirê ya Asûrî, Kurd û Ereb mîna li hev hatin temsîl kirin, gelekî erênî bû û cihê kêfxweşiya her kesî bû.
- Divê hemû partî û komên Kurd yên hevkarên çekdarên biyanî werin deşîfre kirin û tedbîrên cidî li himberî wan werin stendin.

TARIQ HEMO / bavesilan@hotmail.de