Konferans ku roja Şemiyê dest pê kir doh berdewam kir.
Zimanzan Heyder Diljen di 1’emîn Konferansa Kirmançkî ya di bin pêşengiya TZPKurdî de pêk tê de axivî û diyar kir ku divê di kurdî de ji 2 hususên bingehîn bê dîqatkirin û wiha got: “Dema ku ziman tê bikaranîn divê gramer baş bê zanîn. Hususa din a girîng rast nivîs e. Heke li gorî van her du hususan xebata li ser ziman bên kirin dê ziman pêk bikev.”
Di rûnişitna moderatoriya wê Ayşe Newrozî kir de Sabahettîn Gultekîn li ser mijara “Di kirmançkî de liheva anîna gramerê” de axivî û diyar kir ku hemû zimanan li gorî xwe aliyên wê yên xweser hene. Gultekîn, anî ziman ku armanca wan ew e di kirmançkî de standartbûnekê bigirin e. Heyder Dilje jî di mijara “navên cihan û nêr û mê” de axivî û diyar kir ku li Dêrsîm û navçeya Gimgimê ya Mûşê di axaftina kirmançkî de piranî di axaftinê de mê tê bikaranîn. Diljen, anî ziman ku di navbera axaftina Çewlîk Dêrsîmê û navçeya Siverekê ya Rihayê de cudabûn hene.
Diljen, da zanîn ku divê reseniya ziman neyê xerakirin û wiha axivî: “Heke zimanek tê bikaranîn divê çawa be û li gorî wê gêrdan hebe. Divê xebatên li ser ziman tên kirin devokên herêm li ber çavan bên girtin. Divê hemû hevalên me yên li ser vê yekê kedê didin di nava diyalogê de bin. Divê teqez ji pirtûkên hatin weşandin fêde bê girtin.”
Diljen, bilêv kir ku di zaravayê Soranî yê kurdî de taybetmendiya nêr û mê nemaye û wiha pê de çû: “Di kurdî de nêr û mê di zaravayên kurmancî û kirmançkî de tê bikaranîn.” Diljen, diyar kir ku divê di kurdî de ji 2 hususên bingehîn bê dîqatkirin û wiha got: “Dema ku ziman tê bikaranîn divê gramer baş bê zanîn. Hususa din a girîng rast nivîs e. Heke li gorî van her du hususan xebata li ser ziman bên kirin dê ziman pêk bikev.”
Di rûniştina “Di kirmançkî de bikaranîna daçekan” de jî mijarên bikaranîna daçekan û standarbûnê hate nîqaşkirin.
Konferans ku di dema nûçeya me hate amade kirin de berdewam dikir dê bi aşkere kirina encamnameyê bi dawî bibe.
ÇEWLÎK