Her çendî komên Artêşa Azad a Sûriyê weke rizgarîxwezê bajarê Serêkaniyê hatibe vê herêmê jî, di esasê xwe de armanca hatina komên çete yên vê artêşê dagirkirina Rojavayê Kurdistanê bû. Plana dagirkirina Serêkaniyê, ji aliyê hêzên navnetewî ve hatiye pêşxistin û welatên weke Emerîka, İngilîstan, Fransa, Sudî Erebistan, Qeter û Tirkiye pêşengiya vê planê dikin.
Çima Serêkaniyê?
Bajarê Serêkaniyê di warê erdnîgariyê de dikeve nîvenda herêmên Rojavayê Kurdistanê. Li rojhilatê Serêkaniyê bajarên weke Dirbesiyê, Amûdê, Qamişlo û Dêrîk e cîh digirin. Li aliyê wê yê rojava jî bajarên weke Til Ebyad, Kobanî û bajarê weke Heleb û Efrînê hene. Di warê dîrokî de bajarê Serêkaniyê malovaniya gelek şehristaniyan kiriye û di hembêza xwe de gelek netewên weke Ereb, Çerkez û niştecihên xwe yê esîl Kurdan mezin kiriye. Ji ber van giringiyan hêzên dagirkerên Kurdistanê, dixwestin bi dagirkirina Serêkaniyê herêmên Kurdan yên Rojava ji hevdu qut bikin. Ev pilana dagirkerina Serêkaniyê bi îmzeya dewleta Tirk ya AKP'ê û herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatiye kirin. Bi taybet Serokê Herêma Fedral a Kurdistanê dema beşdarî kongreya AKP'ê bûye li ser vê yekê li hevkirine. Plana yekemîn ew bû ku Artêşa Azad a Sûriyê derbasî bajarê Serêkaniyê bibe û piştî bajar ji rêjîmê paqij kir wê berê xwe bide bajarên din yê Rojavayê Kurdistanê. Dema rastî berxwedaniya Kurdan hat jî wê bi hemû hêzên xwe şerê Kurdan bikin û bajarên Kurdan ji hevdu qut bikin. Plana duyemîn; wê Artêşa Azad a Sûriyê piştî rizgarkirina Serêkaniyê wê Artêşa Azad a Sûriyê berê xwe bide bajarê Kobaniyê û ciwanê Kurd yên ji ber leşkeriya Sûriyê reviyane Başûrê Kurdistanê û ji aliyê PDK'ê ve dihatin perwerde kirin derbasî bajarê Derîkê bibin û gav bi gav derbasî bajarokê Rimêlan û Qamişloyê bibin.
Yekîtiya Hêzên Siyasî li dijî serketina YPG´ê hate îlankirin
Piştî talankirina Serêkaniyê bala raya giştî û gelê Kurd kete ser partiyên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê û herêma Kurdistanê. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bang li partiyên Kurd kir û bi wan re civiya. Weke ku di çapemeniyê de jî hate ziman, piştî civîn qediya, çar partiyên Kurd li hev civiyan û xwestin yekîtiyek bi navê "Yekîtiya Hêzên Siyasî" îlan kirin.
Bûyera talankirina Serêkaniyê gelek hewldanên qirêj û tiştên di bin cilikê de derxistin holê. Di weteyeke din de kesên banga Artêşa Azad a Sûriyê dikin, bi vê yekê rûyê xwe yê rast derxistin holê û eşkere kirin. Sekna gelê Kurd û berxwedana YPG'ê ku li Serêkaniyê nîşan daye, hemû gotin û peyvên ku Encûmena Niştimanî ya Kurd bi kar dianîn pûç derxistin. Bi weteyek din pûçkirina plana qirêj ya Herêma Kurdistanê a li ser Rojavayê Kurdistanê bû. Hêzên Başûrê Kurdistanê ji bo rûmeta van partiyên ku di nava Encûmena Niştimanî de cih digrin vegerî ne. Bi awayekî lez û bez bang li hin partiyan kir û Yekîtiya Hêzên Siyasî da sazkirin. Avakirina yekîtiya çar partiyan ku serkêşiya wê Ebdulhekîm Beşar û Mustafa Cuma dike, li hemberî serketina YPG'ê ya Serêkaniyê ye.
Hêzên dagirker a Tirk û hevalbendên wê yên Kurd ji ber di Serêkaniyê de bin ketin, dest bi avakirina Yekîtiya Hêzên Siyasî kirin. Armanc ji vê yekîtiyê vegera rûmeta Başûrê Kurdistanê û partiya EbdulHekîm Beşar û Mustafa Cuma ya di Serêkaniyê de windakiriye bû. Bi vê yekê dixwazin di warê siyasî û dîplomasiyê de qezenc bikin. Gelo wê ev yek bi serkeve?
Hewldan li dijî serketina YPG´ê ne
Di 8´ê Mijdara îsal de komên çete yên xwe bi ser Artêşa Azad a Sûriyê de dihesibînin êrîşî bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kirin. Piştî şerê di navbêra artêşa Azad a Sûriyê û rêjîmê de van komên çekdar berê xwe dane Kurdan û serokê Meclîsa Gel yê bajarê Serêkaniyê Abid Xelîl û 4 kesên din di êrîşa van koman de jiyana xwe ji dest dan. Piştî êrîşê YPG mudexeleyî rewşê kir û şer û pevçûna di navbêra van koman û YPG´ê de jî destpêkir.