Di kampanya ku bi pêşengiya komek ji zanyaran hat destpêkirin de, xwediyê îmzeyan ji Serokwezîra Almanyayê Merkel dixawzin qedexeya li ser PKK'ê rake. Di kampanyaya ku bi pêşengiya Eckart Spoo, Prof. Dr. Mohssen Massarrat, Laura von Wimmersperg, Prof. Dr. Norman Paech, Reiner Braun, Prof. Dr. Andreas Buro, Prof. Dr. Ulrich Gottstein, Prof. Dr. Werner Ruf û Dr. Peter Strutynski tê meşandin de, heta niha nêzî 5 hezar kesî îmze avêtine.
Herî dawî Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ew jî destekê dide kampanyayê. Saziyê da xuyakirin ku li pêşberî pêşketinên li Rojhilata Navîn û pêvajoya aştiyê ya Kurd-Tirkan a di xeteriyê de ye girîng e helwesta li hemberî PKK'ê bê guhertin û ji Almanyayê xwest qedexeya li ser PKK'ê rake, ji Yekîtiya Ewropayê jî xwest, navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' derxîne.

Ji bo piştgiriya Rojava 

Akademîsyenan bibîr xistin ku gerîlayên PKK'ê li Şengalê pêşî li qirkirinê girtine û destnîşan kirin ku bi modela li Rojava hat avakirin re, Misilman, Xiristiyan, Asûrî, Ereb û Kurd bi awayekî aştiyane dijîn.

Îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de di înternetê de tên berhevkirin wê ji Serokwezîra Almanya Angela Merkel re bên şandin. Kesên dixwazin beşdarî kampanya bi sernavê "Ji kerema xwe re qedexeya PKK'ê rakin" bibin, dikarin di vê adresê de xwe bigihînin kampanyayê:  

ANF/BERLÎN