Gulan meha herî xweş û bi bereket a salê ye. Divê mehê de gul û kulîlkên biharê li ser dilê xwezayê dibin ken û demsalê bi coş û kelecan silav dike. Gulan, hemû xweşibûna demsala biharê di nava xwe de vedihewîne. Bêgûman wateya meha Gulanê, li cem gelê Kurdistanê û lêgerên heqîqet û azadiyê cuda ye. Ji ber ku di her rojek wê de serpêhatiyek rûmetê, di her şeveke wê de lêgerîna heqîqetê heye.

Ji lewma gelê Kurd heyva Gulanê weke heyva lehengan bi nav dike. Ji ber ku di nava her rûpeleke heyva Gulanê de dîroka xwe ya ber bi tinebûnê ve diçû ji nû ve nivîsand. Çand, huner, wêje û jiyana xwe ji nava pencên qirkirinê derxist û ji nû de zindî kir. Gulan di heman demê de li dijî dagirkerî û mêtingeriyê bû qîrîna azweriya dîrokê. Bêguman di vê heyvê de ne tenê lehengên gelê Kurd ji bo rûmeta mirovatiyê gelek pêşeng û şoreşgerên navneteweyî yên wek Ernesto Che Guevara, şoreşgerên Tirk Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan jî di vê heyvê de canê xwe dan e.

Dîsa şehîdê yekê yê Partiya Karkerê Kurdistanê PKKê Hakî Karer, cangoriyên zindana Amedê, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengin di oxira azadiyê de agir berdan bedena xwe û şehîd bûn. Hozan Mizgîn, Leyla Qasim û bi dehan cangoriyên azadiyê di vê heyvê de canê xwe feda kirin. Her yekî/ê ji wan bûn hêvî û ronahî dan der û dora xwe. Wan li dijî her cûre tarîtiyê ala berxwedanê bilind kirin da ku paşerojeke azad ji bo mirovahiyê biafrînin. Her yek ji wan bi sekn û kesayeta xwe bûn rûpelek ji vê dîroka tijî têkoşîn û berxwedan. Wan bi têkoşeriya xwe qonaxên herî zehmet bihurandin û rêya azadiyê vekirin.

Yek ji van çelengan jî Gurbet Aydin bi navê xwe yê tê nasin Hozan Mizgîn e. Mizgîn bi hunera xwe bû qîrîna êşa welat û gelê xwe. Bi jiyana xwe ya rêxistinî ji bo civaka xwe bû pêşeng. Wê li deverên herî zehmet têkoşîn meşand û barê giran hilgirt. Ew bi dengê xwe yê zelal bû sembola çanda resen, kûrbûna îdeolojîk, felsefîk û bi nasnameya xwe ya gerîla bû kombûna xweşikahiyên welatekî azad.

Jina têkoşer Leyla Qasim jî li Başûrê Kurdistanê bû şehîda qirkirina rejîma Iraqê ya li ser Kurdên Başûrê Kurdistanê. Baweriya Leyla Qasim ya ji bo azadiyê dibe sedem ku li dijî vê rejîma dîktator serî hilde û şer bike. Rejîma Baas ji bo ku Leylayê teslîm bigire gelek rêbazên kirêt bi kartîne û êşkenceyên giran lê dike. Leylayê wê demê ji bo dijmin ev gotibû: ‘Min bikujin, lê vê jî bizanibin ku bi hezaran Kurd hene ji xewa mirinê şiyar bûne. Ji ber ku ez canê xwe fedayî azadiya Kurdistanê dikim, ez kêfxweş û serbilind im.”

Bi vê hîşmendiyê îro bi hezaran jinên kurd li ser vê mîras û keda mezin di parastin û pêşdebirina gelê xwe de xwedî rola sereke ne. Dîroka jinê ya veşartî mabû ji her alî ve ji nû ve rupelên dîrokê tije dike. Ji aliyê şervanî û siyasî bigre heya hunermendî, nivîskarî û helbestvaniyê, hewil didin erkên xwe bi cih bînin. Îro bi dehan yên weke  Mizgîn û Leylayan di rûpelên dîroka Kurdistanê de cihekî bilind yadîgar hiştine. Ji têkoşîn, deng û pênûsên wan qêrîna azadiyê ya destpêka mirovahiyê ye û xwe ji bin axa li ser hatiye reşandin azad dike..