Hêzên rêjîma Sûrî bi piştgiriya Rûsyayê li herêma Idlibê bi awayekî lezgîn pêşde diçe û dor li bajarokê Maret El Nûman girt. Tê gotin, di 2 rojên dawî de 90 çete û 57 leşkerên rejîmê hatine kuştin.

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Sûrî ragihand ku şerê herî giran li herêma Maret El Nûman rû dide.

Artêşa rêjîmê tenê bi çend sed metereyan dûrî Merat El-Nûman e.

Rêya navneteweyî M5 a Heleb-Şam û rêyên diçin bajarok jî bi temamî li ser çeteyan hatin qutkirin.

Di şer de ji herdu aliyan gelek kes hatin kuştin.

Rêxistina şopandina mafê mirovan diyar kir ku di 48 saetên dawî de hejmara kuştiyên çeteyên komên girêdayî dewleta Tirk gihîşt 90 kesî.

Ji artêşa rejîma Sûrî jî 67 leşker hatin kuştin.

Balafirên Rûsyayê û helîkopterên rêjîmê bêtirî 200 caran herêm bombardiman kirin.

Di vê navberê de tê diyarkirin ku eger hêzên rêjîma Sûrî bajarokê Maret El Nûman kontrol bikin, wê rêya derbasbûna navenda Idlibê jî ji wan re hêsantir bibe.

Lewma ev herêm yek ji deverên herî girîng e.

Bajarê Merat El-Nûman li başûrê bajarê Idlibê ye. 84 km ji bajarê Helebê û 60 km jî dûrî bajarê Hemayê ye.

 

NAVENDA NÛÇEYAN