
Bi salan e li Kurdistanê ji aliyê mêtingeran ve li ser çand, huner û zimanê Kurdî zordestiyeke dijwar tê meşandin. Lê wekî hemû Kurdên ku li çanda xwe li zimanê xwe xwedî deridikevin, jina bi navê Nazli Îsmaîl (17) jî ku li 8’emîn Navenda Notaya Hunerê perwerdeya şanogeriyê dibîne li gel hemû zahmetiyan dixwaze ku di pêşerojê de di warê şanoyê de xwe bi pêş bixe. Nazli ji bajarê Urmiyê ya rojhilatê Kurdistanê ye. Malbata wê piştî koçî başûrê Kurdistanê dike, berê xwe didin Wanê û li Wanê bi cih dibin. Nazli ya ku hîn di zaroktiya wê de şanoyê bala wê dikişand piştî ku hat Wanê li 8’emîn Navenda Notayê di beşa şanoyê de cih digire. Nazliya ku dibistanê pergalê yên ku ji ber bi Kurdî perwerdeyê nadin red dike dixwaze ku bi zimanê xwe ji bo çanda xwe bide jiyîn û biparêze perwerde bibe û li ser vî esasî şanogeriyê bike.
Dixwaze li zimanê xwe xwedî derkeve
Nazli anî ziman ku li Rojhilat derfetên ji bo pêşketina hunerê zêdetir in lê ne bi zimanê dayikê ne û ji ber wê ew hatiye li vê derê perewrde ya şanogeriyê dibîne. Nazli ya ku girîngiyê dide şanoyê û hezkirineke wê ya mezin ji bo şanoyê heye, anî ziman ku hunera Kurd naskirina zimanê Kurdiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ez 17 salî me û ji bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê me. Hîna dema ku ez zarok bûm kêfa min gelek ji şonoya Kurdî re dihat. Her di hişê min de bû. Min digot dema ku ez mezin bibim ez ê bi zimanê xwe şanogeriyê bikim ji bo ku ez çanda xwe zimanê xwe biparêzim. Em bi malbatî ji hunerê gelek hez dikin. Xwişk û birayên min jî di warê çand û hunerê de di nav xebatan de ne. Birayê min mamosteyê şanoyê ye xwişka min jî di beşa muzîkê de cih digre.”
‘Bi şanoyê civak zana dibe’
Nazliyê da zanîn ku ew dixwaze di pêşerojê de mîna şanogerên binav û deng şanogeriyê bike û bilêv kir ku pêdivî pê heye ku şano li herêmên Kurdistanê pêş bikeve û wiha pêde çûÇ ”Ez wisa difikirim ku li her deveran pêdivî pê heye ku şano hebe û bêhtir jî li Kurdsitanê. Şano di hemû deman de çavdariya dîrokê dike. Ji ber ku di civakan de pirsgirêkên mezin hene bêgûman pêwîst e ku ev pirsgirêk ji civakan re bên nîşandan. Ez dikarim bêjim ku şano bi tena serê xwe civakan bi rastiyan re rû bi rû dihêle. Bi saya şanoyê pêşketinek û zanistiyek çêdibe, ango komkujî, bindestî, mêtingerî, aşitî û azadî her tişt di şanoyê de tê zindîkirin. Kêfa min gelek ji şanoyê re tê û ez dixwazim ku di pêşerojê de bibim şanogerek navdar û baş.”
‘Divê her ciwaneke/î Kurd ji bo nasnameya xwe bixebite’
Nazliyê bal kişand ser êrişên dagirkeran û hişmendiya civakê û bang li ciwanan kir ku ji bo hûnereke azad bila di şanoya Kurdî de cih bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez niha di lîstîka Mala Bernardo Alba de cih digirim. Bi rastî di wê lîstîkê de mirov dikare her tiştî bibîne. Ew êrişa ku bi hişmendiya mêr li ser civakê tê meşandin mirov di kare bi her awayî bibîne. Ji ber wê jî me xwest ku vê hişmendiya qirêj bi vê lîstîkê nîşanî civakê bidin. Ji ber min cihê xwe di vê lîstikê de girtiye, ez pir kêfxweş û bextewarim. Divê ciwan xwedî li çanda xwe derkevin û cihên xwe di qada çandê de bigrin.”
ŞÛJIN/WAN