Zehra Şêxî di sala 1984’an li gundê Şêran ê li rojhilatê Kobanê ji dayîk dibe û dema temenê Zehra dibe 3 salî ji nişkê ve ji her du çavên xwe kor dibe. Li gorî bijîşkan ji malbetê re gotiye, dayîka Zehra dermanên şaş xwariye, ji bo wê piştî Zehra hat dunyayê bi sê salan ji her du çavên xwe kor bûye. Her wiha xwişka Zehra ya jê biçûktir, ew piştî 11 salan ji her du çavên xwe kor dibe.
Saz û stran hêviya jiyana wê ye
Zehre piştî ku ji her du çavên xwe kor dibe, her li stranan guhdar dike û mereqa wê li ser çêdibe ku mîna hunermendan awazan bibêje û xwe fêrî sazê bike.
Zehre wexta dixwaze fêr bibe malbat çima li pêşiya wê dibe asteng wiha anî ziman ”Di dema ku min biryar girt ez fêrî stranan bibim, wê demê malbatê gelek astengî li hemberî min derdixsitin û digotin di civaka me de çênabe ku keçikeke stranan bibêje û hewildanên wan pir bûn ku min ji zargotin û sazê qut bikin. Lê tevî van astengiyan min jî li ber xwe da, ji ber ku piştî çavên min ji dest min çûn, êşeke ket dilê min, lewra min got tiştekî ku karibe ji min re bibe çare, ez xwe ji vê derûniyê xilas bikim û riya ku di jiyanê de hêvî bi min re biafirînê, stran û lêxistina sazê ye.”
Soza xwe bi cîh tîne
Zehre li ser soza xwe disekine û sala 1997’an birayê wê pêre dibe alîkar û wê fêrî lêxistina sazê dike.
Her ku sal derbas dibin ew pêş dikeve û di pêvajoya şoreşê de beşdarî şahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, Cenja Rojnemevantiya Kurdî û şahiyên din jî dibe û stranên xwe pêşkêş dike.
Endama Koma Gulava ye
Piştî Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar dibe, Zehra, xwişk û birayê xwe vedigerinê warên xwe û li gundê xwe bi cih dibin. Zehra cihê xwe di nava Koma Gulava ya stranan a girêdayî Çand û Hunera Baqî Xido digire. Piştî dibe yek ji endama komê, beşdarî gelek şahiyan dibe û stranên xwe pêşkeş dike.
KENDAL CÛDÎ/ANHA/KOBANÊ