Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, doh hilbijartin hebû. Rêxistinên Kurdan û Mucahidînî Xelk hilbijartin boykot kirin. Bandora vê jî di hilbijaritnê de xuya bû. Nexasim li Rojhilatê Kurdistanê çûna ser sindoqan kêm bû. Li Îranê jî bi giştî jî bandora vîrusa korona çiqasî bû nayê zanîn.
Li Îranê mafê 57 miyon 918 hezar kesî yê dengdanê hebû, lê gelek kesan mafê xwe yê boykotê bi kar anîn.
Ji bo hilbijartinê 208 navend hatin pêkanîn û li van navendan 70 hezar sindoq hatin danîn. Rejîma Îranê 200 hezar kes weke wezîfedarên sindoqê û çavdêr wezîfedar kir.
Dengdan saet di 17:00 de bi dawî bû.
Ji ber polîtîkayên ne demokratîk ên rêveberiya Tehranê, dîsa ji ber polîtîkayên wê yên ekonomîk û darvekirinê, muxalefeta Îranê hilbijartin boykot kir. Jixwe Elî Xameney gelek namzetên reformxwaz qebûl nekirin û namzetiya wan betal kir.
NAVENDA NÛÇEYAN