Li ber çavên dunyayê welatek hildiweşe. Welatek ji welatên qedîm û xwedî desthilatdariyeke qewîn e. Ew welat, li ser serê çal dibe. Dihetike, ditefe, sîng li şûnê nalive, bêhn jê dernayê, nikare li ser ling û piyên xwe bisekine, parî bi parî diweşe.
Welatek nexweş, li ser doşekê û di bin lihêfan de ye. Diricife... Ricifandineke bêrawest li ser e. Dilerize, wekî ku mereza zatûreyê pê girtiye nikare xwe bi xwe bisekinîne. Her ku ricifîn jê digire, her ku diricife, wekî ajaleke hov, wekî mareke bijahr, wekî fîşekeke kor û cinawireke rêça xwe wendakirî, tevî xwe zirarê dide dora xwe jî û ji derfeta jiyanê bêparî, bêvîn û bêhemdî tevdigere.
Lê hilweşîna vî welatî, ne bi siyasetê, ne bi şerê, ne derfetên aboriyê ve hilweşîn e. Erê bombe diteqin, însan û civak yek bi yek, kom bi kom jiyana xwe ji dest didin, lê dîsa jî ev hilweşîn hilweşîneke cûda ye. Ya ku wenda dibin, çi ax, çi erdnîgarî, çi sînora dewletbûnê, çi jî tişteke din e. Ya ku ji dest diçe, xwedî kesayetbûn, ango însanbûn û civakbûn bixwe ye. Hilweşîn, bi hilweşîna civakê, bi nirxên wan, bi exlaq, bi giyan û gihaştin, bi nêrîn û hişmendiyê, bi giştî însanetiyê ve hilweşîn e. Civak, bi tevahî dibe “civakeke jêçûyî”.
Civakeke bi vî rengî bi tu awayî ji belqitîbûnê nafilite, nikare bifilite, ji kodromiyê wêde naçe. Nikare û newêre bimeşe. Meş jê rê heram e. Çi ku dest û ling cudam e. Cudamî êdî jê re nasname ye. Nasnameya wî kotîbûn bixwe ye.
Hin pisporên civaknasiyê zêdetir li ser siyasetên çewt, şaş û xelet a desthilatdariya îro disekinin û li ser vê xetê siyasetên desthilatdariyê rexne dikin. “Ger di qada siyaseta DAEŞ’ê de wisa nebûba dê rewşa welat ewqasî xerab nedibû”. “Ger di qada dozgeriyê de zagonên wilo wilo nehatana derketin dê rewşa pirsgirêka darizandinê û dadgehan ber bi başbûyînê ve biçûna”. Di rastiyê de pirsgirêk, ji vî nêrînê wêdetir û hê kurtir in. Çi ku kêşeya desthilatdarî ya Tirkiyeyê ne di kêşeya xeta siyasetê de û tercîhên cûda ye. Kêşe ji kokê heta serî qirêjîbûn, gemarîbûn, ji nirx û pîvanan dûrketin, ji rûmetê tazîbûn, ji exlaq û ji hemû pîvanên însanetiyê re biyanî mayîn bixwe ye.
Welatê Tirkiyeyê ji kokê ve birîndar e. Hilweşîna li mil û palan, bi sedema çilmisîbûna tar, tarîşk û damarên kokê darê ye.
Bi kurt û kurmancî, mirin ne tenê çûyîna giyanê ye. Birîndarî, ne tenê xwîn jê çûyîn an jî wendakirina parçeyek ji laşê ye. Ger wisa be, civaka Kurdistan her roj birîndar e û dimire, berevajî rewşa civaka Tirkiyeyê, pîçekî jî be ji Kurdan baştir e. Lê ne wisa... Di rastiyê de li Kurdistan darek şîn dibe, roj vedibe û tîrojek lêdibe, di bin desthilatdarî ya Tirkiyeyê de jî di nav derfetên desthilatdariyê de mirinek tê jiyîn. Mirinek bi hilweşîne ve...