Şiyê
Di van du mehên dawî de tiştên girîng li Sûriyê diqewimin. Ger çiqas hewildan ji bo çareseriyê werin kirin jî, lê hîn jî berjewendiyên hêzên dagirkeriya cîhanî di pêş de ne û asoya çareseriyê weke çirûskekê jî diyar nake.
Li beramberî serkeftinên hêzên koalisyona navdewletî ku bi rêya QSD`ê bi dest dixîne û beşeke mezin ji axa Bakurê Sûriyê kete destê hêzên QSD`ê, diyar dibe ku di mijara çareserkirina aloziya Sûriyayê de wê Emerîka bi tenê bibe xwedî gotin. Li hember vê yekê Rûsyayê jî bi dewleta Tirk a dagirker re lihev kir û Heleb ji destê komên çete derxist û bajaroka Babê radestî Tirkiyê kir. Bi vî rengî Rûsyayê cara yekemîn bajarekî mezin yê Sûriyê xist bin serweriya xwe.
Ev tê wateya ku Rûsya di formula çareseriyê de xwe anî asta Emerîkayê, ji aliyekî din ve jî Tirkiye û Îran kişandin nava îtîfaqekê de ku dawiya wê nediyar e! Bi taybet Tirkiye kişand nava çiravek siyasî û leşkerî, ku bê tewîz nikare jê paş de vegere. Ji aliyê leşkerî ve li Babê derbên mezin dixwe û wisa xuya dike ku dê hîn jî bixwe.
Her wiha bi vê planê ji aliyekî ve şer û nakokiyên kûr di nava komên çete ên fînansa xwe ji Siûdiya Erebistan digrin û ên ji Tirkiyê digrin de kûr kirin. Ango çiqasî ev komên çete bi hevdu mijûl bibin wê ewqas destê Rûsya û Rêjîmê xurt bibe û hêzên çete jî wê lewaz bibin.
Ji aliyê siyasî ve jî Tirkiye kişandin nava formula çareseriyê ya bi serokê rêjîma Sûrî Beşar El-Esed re. Di vî warî de jî ji Tirkiyê tewîz giritin û civîna Astanayê ya ku tu encam jê derneketin amade kirin û di mekanîzma sê alî de bi cih kirin. Bi vê yekê jî mîna ku çawa Qeter ji dewrê derxistin û Siûdiya Erebistan jî bi kongreya Riyadê re rol danê û nehiştin bi ser bikeve. Pişt re ew li derveyî hewldanên çareseriyê hiştin, niha dora Tirkiyê ye. Ango heya civîna Cenevrê wê ev nîqaşên bêencam bidomin û paşê wê ji Tirkiyê re jî bêjin va ye tu bi ser neketî, û bi vî awayî wê bê beralîkirin!
Ji niha ve ev yek diyar e, piştî civîna Astana Rûsyayê di cih de reşnivîsa makezagona Sûriyê ragihand. Tevî ku pir ne guncaw e jî lê belê ev bû sedema ku Tirkiye dîn bibe. Ev reşnivîs mirov dikare weke reformekê bigire dest, ango çarçoveya wê tenê reform e û nabe hêza çareseriyeke kokdar. Mînak; di reşnivîsê de qala hin mafên Kurdan dike, lê belê em çareseriyê tenê ji bo Kurdan naxwezin, projeya me ne etnîkî ye, projeya me demokratîk e û mafê hemû gelan û baweriyan digire nava xwe. Em çareseriyê ji bo hemû Sûriyê dixwazin, lê belê me dît ku di civîna dawî ya li Moskoyê de li ser navê Rojava li şûna Rêveberiya Xweser an jî Rêveberiya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê, tenê PYD hatiye vexwendin, ev jî dide diyarkirin ku armanc ne çareseriyeke bingehîn e, bi vexwendina PYD`ê dixwazin tenê pê Tirkiyê tehrîk bikin û bi pirojeya me ya çareseriyê îtiraf nakin.
Bêguman nûnerên me beşdar bûn, em ê ji ti hevdîtinan xwe paş de nedin. Lê em ê ji projeya xwe jî gav paşda neavêjin. Di vê demê de pêwîst e Kurd hêza xwe bikin yek û bi gelên herêmê re îtfaq bikin, lê mixabin, Kurdên çûne Astana bazara xwe li ser xistina YPG û PYD nava lîsteya terorê de kirin. Ji ber vê ew temsîla Kurdan nakin, ew temsîla MÎT`a Tirk dikin.
Ev mijar tenê têrê dikin ku mirov bêjê asoya çareseriyê hîn pir dûr e, em ê jî tekoşîna xwe berdewam bikin û li benda kesî nemînin!