Gelo Îskenderê Mezin, bi çi awayî bûbû “Îskenderê Mezin”? Ango mezinbûna wî ji ku dihat? Îskenderê Mezin şervan bû, şervanekî bicesaret û bêtirs bû. Belê, wek beden, ne însanekî nazik û nazenîn, berevajî wek şervanek xwedî laşekî qewîn hatibû gihaştin. Erê, serdema Îskenderê Mezin (BZ 300) serdemeke taybet bû. Erê şûra wî tûj, bixwe jîr û jîrek bû. Erê însanekî aqilmend û jêhatî bû, hew jî artêşeke mezin di bin fermandarî ya wî de hebû. Erê, malbata wî malbatekî xwedî hêz bû. Erê, bavê wî Qiralê Yewnaniyan Filîp, di dema xwe de însanekî wisa bihişmend bû ku heta wê demê qasî Filîpê kî bihişmend û dîn bû, nayê zanîn. Erê mamosteyê wî Arîsto bû. Erê Arîsto gelek zanyariyên muhîm fêrî wî dabû lê, dîsa jî em nikarin bêjin ev e sedem.
Ev tev sedem in, lê, sedemeke wisa heye ger ew sedem nebe, hemû yên din qels û kêm dimînin. Ku ew sedem a taybet û bêhempa; xwendina Îskender a pirtûka Homeros "Îlyada" bû...
***
Lê gelo nehênî ya pirtûka Îlyada çi bû? Çi qudreta Homeros hebû ku ew pirtûka hanê kirîbû pirtûkeke ewqasî bitesîr û bêhempa ku Îskenderê Mezin jî bixwîne û sûd jê bigire? Min bixwe jî ew pirtûk bi salan li kêleka balgifa xwe danîme û dikarim bêjim bi dehan car vegeriyame li ser hin beşan, cardin û ji nû ve lê nêrîme, qasî ku ez têgihîştime temamê pirtûk li ser qiseyek e; û ji gor wê qiseyê, şer ne ji bo qezenckirina dijmintî, dijraberî ji bo qezenckirina dost û hevaltiyê ye. Gava ku di navbera du dijminan de şer destpêbike, em dikarin bêjin di heman demê de pêvajoya devjêberdana dijmintî jî destpê kiriye, ango pêvajoya hevaltî û aşitî pêşgirtî ye... Çi ku aşitî, di destpêka şerê de, wek qurmî, ango wek rehî heye û êdî ketiye rehmê... Êdî ew gav şunde armanca şer, “xwegihandin a aşitiyê” ye. Ji ber wê, fermandarên wekî Akîleûs, Îskenderê Mezin, wekî Napolyon Bonapart, ew mezin in, çi kubi hêstên hovîtiyê ve dest bi şerê nekirine, bi dijminên xwe re bi armanca aşitiyê şer kirine û bi mebesta aşitiyê ve derketine şerê. Şerên xwe, bi plansazî ya aşitiyê ve dane destpê kirin... Bi xebîstiyê ve tevnegeriyane; quretî û xebîstî karê hov û nezanan e, ew ne qure ne. Gava ku Akîleûs lêxist Hektorê kuşt, sekna xwe ya rêzgirtinê ji dest neda, ji mirî ya wî re jî rêz girt. Ger Akîleûs ji mirî ya Hektorê re rêz negirtabiya, ewê wendakiriba... Ki ku ji dijminê xwe re rêz negirê, dê ewê her tim wenda bike. Çi ku ew, di serî de hêla şerê xwe nizane, wate ya şerê xwe re bêhay e, bêarmanc û bêwate tevgeriya ye... Ya wî tenê hovîtî ye, qasî mêtrok jî cihekî wî/ê tunîne di qada şervantiyê de. Ew di serî de mexlûb e û binketî ye êdî...
Gava ku min wêneyên darbesta Cemîle Cizîr Çağirga dît, ev yek hatin bîra min, min xwe bixwe got; “ewê desthilatdarên hanê nirxên dijmintî jî nizanin, mixabin ew ji niha ve wenda kirine. Balo di demeke nêz de têbigihîjin, ew jî baş e”...