Li gel hêzên ewlekariyê parastina nirxên civakê dike û bi vê yekê bûye cihê bîr û baweriya hemû endamên civakê. Ji bo civak xwe ji êrîşên komên çete û hemû metirsiyan li ser ewlekariya wan, mal û milkên wan hêzên xwe yên parastinê ava kirin. Civakê hêzên parastinê bi navê Hêzên Parastina Civakê (HPC) ava kir û di hemû qad û meydandn de dest bi parstina xwe kir. Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya Girkê Legê jî di sibata 2015‘an de hate avakirin.
Di 13 tabûran de 675 endam
HPC‘ê ya Girkê Legê di nîsana 2016‘an yekemîn dewreya perwerdê dabû destpêkirin. Di wê dewreyê de endam ji herêma Girkê Legê, gundên Aliya, Çilaxa, Rimêlan û Til Koçer beşdarî bibûn. Piştî qedandina dewreyê hejmara endaman roj bi roj zêde dibûn. Niha hejmara hêza HPC’ê li Girkê Legê gihiştiye 675 endamî. Ji van 80 endam jin in. Edamên HPC’ê yên Girkê Legê di 8 dewreyên perwedeyê de hatin perwedekirin. Di perwedeyan de him perwedeya bîrdozî û him jî perwerdeya leşkerî hate dayîn.
Endamên HPC’ê destpêkê xebatên xwe yên rêxistinî li gorî sîstema koman dan meşandin. Piştî xebatên wan berfireh bûn, tabûr hatin avakirin. Her komikên ji 5 endaman pêk tê, paşê kom ku ji 11 kesan pêk tên hatin avakirin. Ji her sê koman jî taximek hate avakirin. Herî dawî jî her 47 kes tabûrekê ava dikin. Bi vê yekê hejmara tabûran dibe 13.
Di her tabûrekê de fermandariya wê tê hilbijartin. Li Girkê Legê 3 tabûr, gundên Alya 3, Rimêlan 3, Çelaxa 3 tabûr û li Til Koçer tabûrek hatiye avakirin.
Hêzên Parastin Civakî bi Hêzên Asayîşê re di nava hevkariyê de ne û bendên kontorlê diparêzin. Li gor sîstema nobedariyê li ser bendên kontrolê û tevgera çûn û hatina welatiyan diparêzin. Di demên çalakiyên girseyî û merasîmên şehîdan de dikevin nava liv û tevgerê û derdorê diparêzin.
Piştevaniya QSD‘ê jî dike
Edamên HPC’ê erka xwe ya rojane pêk tînin û di demên şer û operasyonan de piştgiriya YPG/YPJ û QSD’ê dikin. Dema hêzên behsa mijarê dikevin opersyonan de endamên HPC’ê jî dikevin nava liv û tevgerê û li cihê tên xwestin parastinê dikin. Di tîrmeha 2015‘an de komeke ji 50 endaman li gel şervanên YPG‘ê di eniyên şer de cih girtin. Piştî damezirandina Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD), endamên HPC‘ê li gorî koman li gel şervanan beşdarî pêngava rizgarkirna gundewarên Kantona Cizîrê bûn û rola wan di parastina herêmê de gelekî balkêş bû.
Endamê Rêveberiya HPC’ê yê Girkê Legê Newaf Ibrahîm diyar kir tevlîbûn nava HPC’ê roj bi roj zêde dibe.
HÊLAN CELAL / ANHA / GIRKÊ LEGÊ