Fermandariya HPG’ê ya li Eniya Kerkûkê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew kesekî wek Erşed Salihî nas nakin û gotinên wî jî hinek pê didin gotin.  Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Erşed Salihî  ku ji bo PKK gotibû terorîst e û divê demildest ji axa Iraqê derkeve, rastî nerazîbûnên mezin tê. 

Fermandarê HPG’ê yê Kerkûk- Mexmûrê, Selîm Zîlan, Fermandara YJA Starê Berfîn Denîz û Fermandarê HPG’ê Serdar Garzan doh li eniya Kerkûkê daxuyanî dan çapemeniyê. Fermandarê HPG’ê Selîm Zîlan ji çapemeniyê re got, çeteyên DAIŞ’ê wek belaya sedsalê li dijî mirovahiyê dekretine û ew ê li her derî li dijî dijminê mirovahiyê şer bikin.

Fermandarê HPG’ê di dewama axaftina xwe de got, gelek hêzên wan li bereya pêş cih digrin û wiha domand: “Ger pêwîst be, em ê gelê li herêmê biparêzin. Erka me ne tenê gelê Kurd, lê parastina hemû neteweyên li vê herêmê ye. Ji ber ku DAIŞ êrîşî hemû gelan dike. Li ku pêwîst bike em wek tevgera Apoyî em ê gel biparêzin. Xwîna pêşmege û gerîla di nav hev de ye û bi hev re wê xaka Kurdistanê biparêzin.”

 

‘Gotinên li ser hebûna hêzên me li vir, em pir cidî nagrin’

Di dewama axaftina xwe de Selîm Zîlan wiha axivî: “Em daxuyaniya fermandarê pêşmerge Wista Resûl bi wate û bi nirx dibînin. Gotinên li ser hebûna hêzên me li vir, em pirr cidî nagirin. Li ser hinek daxwazan me pêwîst dît em hinek tiştan bibêjin. Wek hêza parastina Kurdistanê em li vir in. Her kes divê bizane ku lîstikek li tevahiya herêmê heye. Li hemberî wan divê her kes şiyar be. Çawa li Sûriyê dixwazin siyaseta xwe ferz bikin dixwazin li Iraqê jî vê yekê bikin. Lê ev mudaxeleya wan, wê pirsgirêka di nava gelan de zêdetir bike.”

Li ser hebûna hêzên wan li Xurmatû jî Fermandarê HPG’ê got: “Hinek dibêjin hêzên me li Xurmatû hene. Hêzên me li wir nînin. Gotinên wan ne yên wan bixwe ne û hinek kes bi wan didin kirin. Dixwazin gelan ji hev dû bixin û parçe bikin.”

 

‘Ti peywendiyên me bi Erşed Salihî re nîne’

Selîm Zîlan di dawî de got: “Ti peywendiyên me bi Erşed Salihî re nîne û em nas jî nakin. Siyaseta li Sûriyê dixwazin li vir jî bimeşînin. Ew hemû Tirkmenan temsîl nake. Heta niha pirsgiêrkek me bi hikûmeta Iraqê re jî nebûye. Birêz Ebadî beriya niha diyar kiribû ku kesên şerê DAIŞ’ê dike, çi gerîla û çi hêzek din, ew li piştê ne.”


Wista Resûl Salihî hişyar kir

Fermandarê Pêşmerge yê li Kerkûkê Wista Resûl jî li eniya şer a Kerkûkê civînek çapemeniyê li dar xist û bersiv da Serokê Eniya Tirkmen Erşed Salihî. Wista Resûl got, “Me pêwîst dît ku em bersiv bidin Erşed Salihî. Ev neheqî ye li hember partiyeke resen a Kurdî ku jê re terorîst tê gotin. Tu kî yî ku tu ji partiyeke qehreman a wek PKK’ê re dibêjî ‘terorîst’. Wek pêşmergeyên Kurdistanê me xwest em bersivê bidin van gotinan û helwêsta xwe diyar bikin. Em rê nadin kesî ku partiya ku şerê DAIŞ’ê kiriye, şehîd dane û xwîn rijandiye, wek terorîst bi nav bike. Ew kes terorîst in ku kesên wek Erşed Salihî perwerde kirine.” Fermandar Wista Resûl daxwaz ji partiyên siyasî jî kir ku bersiva Erşed Salihî bidin. 

Rêveberên Kerkûkê yên Tevgera Goran û Partiya Komunîst jî nerazîbûna xwe ji daxuyaniya Erşed Salihî nîşan da û got, “PKK partiyeke Kurd e û divê Kurd hemû li dijî Erşat Salihî û dijminên Kurdan ên mîna wî, dengê xwe bilind bikin.” 


 KERKÛK