Gava ku li zindanan berxwedana gireva birçîbûnê gihaşt asteke xeter, bi xêra banga Vedat Turkalî li Stenbol hunermend hatin ba hev û çalakiyek pêk anîn. Di wê çalakiyê de, zêdetir hunermendên bi nav û deng, nivîskarên navdar, birastî jî bi hêsteke xurt ve tevlêbûnek nîşandan û di beşa jiyanê de cihê xwe zelal kirin. Li himberê kuştin û zordestiyê, bi awayekî hunerî nerazîbunên xwe anîn ziman. Def lê dan, stranan gotin, nameyên girtiyan ku li zindanên mêtingeran de ber xwe didin xwandin, tundiya dewletê ayan kirin. Aliyê aşitiyê de cih girtin. Ji bo çareserbûna pirsgirêka Kurd hewldaniya xwe nîşandan.
Di rastiya xwe de huner tiştekî wisa ye: Huner dij mirinê ye, ji bo jiyana însan heye. Hebuna huner ji bo jiyan e. Ji bo jiyana ajal, nebat, tevahî jiyana xweza, ji bo jiyaneke estetik, jiyaneke binirx, jiyaneke birûmet, ji bo jiyaneke têr û tijî heye huner. Karê huner zindîbûn û xweşikbûn e. Hebûna hunerê, bi pêdivî ya tijîbûna jiyan e. Bila jiyan tijî be ku, bila însan bi wate têr be ku, bila însan û xweza hevudu fêhm bikin ku, bila her nijad, her reng, her deng, her ziman, her kulîlk, her hêst, her welat hevudu binasin, bi hevre tekilî pêk bînin, bi hevre wek jiyaneke aşitiyane bijîn ku huner jî wek bi xwe be, mîsyona xwe ya xweşikahiyê bîne cih. 
Bi vê sedemê, çavderiya min ewe ku, berxwedana vê serdemên dawî ya girtiyên Kurd, bandoreke mezin danî li ser hunermendên Tirkiye yê. Hunermendên ku heya niha nedihatin ba hev, niha bi hevre di nav hewldanekê de ne. Doh nin pêr hunermendên ku li Stenbol dijîn dîsa hatin ba hev û ji bo piştgirî bidin jiyana girtiyên berxwedêr civînek çêkirin. Di vê civînê de gelek biryarên baş jî hate girtin. Ji bo van biryaran, sê heb lijne hate avakirin.
Ji van yek lijne ya hevdîtinê ye. Ew lijne, doh kom bû û ji bo hin hevdîtin were çêkirin nexşeke rê derxist. Gorî vê nexşa rê, wê lijne, ji bo ku tevî serokwezîr Erdogan, wezîrê dadê Sadullah Ergîn, wezîrê çandê Ertugrul Gunay hevdîtinan pêk bîne wê biçe Enqere. Lê wek tê dîtin ku Erdagan wekî ku di nav işktî û tundiya xwe de bixeniqe tevdigere. Tu nirxên mirovahiyê nanêre. Dev ji nirxên olî, nirxên vê axa qedîm, nirxên Ewropa, nirxên demokrasî û nirxên aşitiyê jî berdaye û bi serxweşiya desthilatdariyê xwe ve mijul e. Lê lijneya hunermend jî vê tişt hildide ber çav û gor vê zaninê wê tevbigere. 
Lijneya duyemîn ku hunermendên Stenbol avakirine, ew jî lijneya tekildarî ya cihanê ye. Ev lijne jî, ji bo ku hunermendên ku li hemû cihanê binav û deng in, wê bigihije wan û ji bo jiyan û tendurustî ya girtiyên Kurd piştgirî û alikarî bixwaze. Ew lijne jî doh sibe dest bi karê xwe kir.
Lijneya sêyemîn -ku ez jî tê de cih digirim- jî, wek lijne ya koordinasyona çalakiyan e. Gorî amadekariya vê lijneyê jî, sibe dereng e, îro pê va li hin cihên Stenbolê çalakiya hunermendan were saz kirin. Ji van yekemîn çalakî, îro nava rojê de li ber avahiya dadgehê Bakirkoyê çalakiyek were lidarxistin. Piştî vê çalakiyê jî, her roj wê çalakiyên hunermendan bidome. Her roj, her êvar, li hin cihên Stenbol, ji bo ku bala raya giştî were kişandin hunermend di nav çalakiyan de bin.
Heya ku li girtîgehan mafa jiyanê were cih, mafa ziman a zikmakî, mafa jiyana aşitiyane, tevahî mafên mirovî were nasîn û danîn, heya wê demê hunermend timî li kolanan, qadan, li meydanan bin. Filîmên kurt werin kişandin, muzîk were çêkirin, bi şano, bi sînema, bi zimana hunerî, wê hikumata AKP û polîtikayên Recep Tayyip Eroğan ya dagirker were protesto kirin.
Ev kombûna hunermendan, cemhevhatina hin kesên ku heya niha ji hev nasnedikirin, bi sedema piştgirîdana girtiyan e, lê ev kombûn bixwe wateyeke hê xurt ve jî tijî ye. Ji ber ku, niqaşên ku pêr êvarê hate kirin, niqaşeke gelek têr û tijî bû. Xêynî vê jî mîsyona xwe wek mîsyaneke aşitiyane bi nav kir. Ev pêşveçûn, ji bo ku zimana raya giştî were guhertin û hêstên wekhevî belavî nav gel be pêşveçûyineke pîroz e. Em hêvî bikin, ev xebat bi serkeve û ji bo xebatên aşitiyê jî bibe wek merhaleyek.
Bila ev xebatên pîroz zêde bibin ku jiyan were cihe mirinê hilde, aşitî were li şuna şerê rûne, tarîtî rabe û ronahi ya bi huner, bi estetik were di serî de zindan û duvre jî jiyana me hemûyan dorpêç bike.