Mehmet Salîh Coşkûn bi amûrên li ser çopan berhemên hunerî diafirîne.  Peykertiraş Mehmet Salîh Coşkûn ê ku xeyalên xwe yî zarokatiyê pêk tîne û dev ji Endezyariya Madenê berda û dest bi Beşa Hunerên Bedew kir. Coşkûn li ser çopan amûr û amrazekî bibîne wan dinexşîne û dike peyker. 

Coşkûn ê ku li Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dixebite, li atolyeya xwe ´Land artê´ (Hunera arazî) pêk tîne. Coşkûn ê ku çi bibîne bi kar tîne û dinexşîne, bi amûrên ku li ser çopan dibîne ji wan berhemên hunerî diafirîne. Carinan dareke ku li kuçeyan bibîne jî teşeyekê dide wê darê û wê vediguherîne sêpeyekê.  Carinan hesinekî ku li ser çopan bibîne şiklekî didiyê û vediguherîne peykerekî, carinan jî kevirekî diqewêre û wî vediguherîne bîbloyekê. Peykerekî ku berê Coşkûn çêkribû li mîhrîcanê hatibû pêşandan û niha jî li ser peykerekî dixebite û dê vî peykerî li Pêşangeha wêne û peykeran a Bakur dê di rojên pêş de bê lidarxistin, berpêş bike. 

Her tiştî ji nû ve vediguherîne

Di peykertiraşiyê de taybetmendiya Coşkûn a herî mezin jî, tu amûr û amrazekî ewanta navêje û her tiştî ji nû ve vediguherîne. Coşkûnê ku teşeyê dide her amûrî, bi amraz û amûrên ku li ser çopan berhev kiriye dixwaze di siberojê de ji wan peykerekî mezin çêbike. 

Coşkûn der barê xebatên xwe de axivî û diyar kir ku, beriya çend salan gelek qursên wêneyan vekiriye û gelek xwendekarên wî hebûn. Coşkûn da zanîn ku, ew xebatên surreal, realîst û razber dike û wiha axivî: “Bi piranî ez amûrên veguherîner bi kar tînim. Wê kêliyê dema di ber çopekê re derbas bibim, dema di ber kevirekî re derbas bibim çavên min bi wan dikeve. Ez wî/wê radihêlim û tînim atolyeya xwe û vediguherînim tiştekî din. Mesela ez gelek tiştî dema di ber nanpêjan re derbas dibim dibînim, û ji wan şiklên darên ecêb çêdikim. Min gelek lastîkên wesayîtan bi kar aniye.” 

‘Ez dibînim wê çawa biqede’ 

Coşkûn got ew her cure amûrî bi kar tîne wiha axivî: “Dema ez li tiştekî binihêrim, dibînim ku ew çawa bê destpêkirin û çawa bi dawî bibe. Tiştê ku ez ê amade bikim, pêşî di mejiyê xwe de diqedînim. Hemû malzemeyên ku ez bi kar tînim, wan ji xwezayê peyda dikim û li xwezayê vedigerînim. Tim guherîn û veguherînek heye.” 


 DÎHA / AMED