Îmamên DÎTÎB'ê yên li Elmanyayê li mizgeft, dibistan û girtîgehan ji bo MÎT'ê dixebitin û ditirsin ku karê wan ê sîxuriyê kifş bibe, lêpirsîna ewlekariyê qebûl nakin û dest ji karê xwe ber didin.  Yekîtiya Îslam û Tirk a Karên Diyanetê (DÎTÎB) yek ji saziyên sereke yên rejîma AKP'ê yên li Elmanyayê ye. Piştî ku hate eşkerekirin ku DÎTÎB mîna şaxekî MÎT'ê dixebite, kesên li vê saziyê dixebitin ketin ber kontrola ewlekariyê ya saziyan Elman.

Tevî ku karê sîxuriyê yê MÎT'ê li nava çapemenî û raya giştî eşkere bû jî, îmamên vê saziyê hê jî li mizgeft û dibistanên li Elmanyayê dersa olî û li girtîgehan jî 'xizmeta dînî‘ dide Misilmanên mehkûm.


Destikê MÎTA´a Tirk li Elmanya

Piştî ku havîna par îmamên DÎTÎB´ê bi xêze-pirtûkan hewl dabûn "şehadetê" bi zarokan şîrîn bikin, wezîrê edaletê yê hingê yê Elmanyayê Thomas Kutschaty yê ji SPD´ê ferman dabû ku îmam di kontrola ewlekariyê ya îstîxbarata navxweyî re bên derbaskirin. Ji bilî wê jî, beriya hingê gumana xurt a li ser îmamên DÎTÎB´ê xwe dabû der ku li mizgeftên xwe sîxuriyê dike ji bo MÎT´ê. 

Wezîrê Edaletê yê Eyaleta Nordrheîn Westfalen (NRW) Peter Biesenbach meha Gulanê dest bi wezîfeyê kir û ferman dabû ku bi taybetî meleyên DÎTÎB'ê yên li girtîgehan dixebitin, bên lêpirsîn. Lêpirsîn wê ji aliyê Rêxistina Parastinê ya Destûra Bingehîn ve bihata meşandin ku saziya îstîxbarata navxweyî ye.

Lê belê, îmamên DÎTÎB'ê yên ditirsiyan karê wan ê sîxuriyê eşkere bibe, lêpirsîna ewlekariyê qebûl nekirin û li pey hev dest ji wezîfeyê berdan. Berî du salan, tenê li 36 girtîgehên li eyaleta NRW 117 îmam wezîfedar bûn. Ev hejmar, piştî ku îmamên DÎTÎB'ê dest ji wezîfeyê berdan, daket ji sedî 25´an.


4 Îamên DÎTÎB’ê paqij bûn

Wezîr Biesenbach agahî da Komîsyona Edaletê ya Meclîsa Eyaleta NRW û anî ziman ku tenê 4 ji van îmaman endamê DÎTÎB'ê ne. Berdevkê Wezareta Edaletê ragihand ku tenê çar ji van meleyan lêpirsîna ewlekariyê qebûl kiriye û di encama lêkolînan de tespît bû ku ji bo karê xwe bidomînin ti astengî li pêşiya wan nîne.

Ji ber ku îmamên Tirk dest ji wezîfeyê berdan, ji 36 girtîgehên NRW´ê tenê li 18´an xizmeta dînî ji mehkûmên Misilman re tê dayin. 35 ji sedî yê 16 hezar û 500 girtî û hikumxwarên li NRW´ê biyanî ne. Ji bo îmamê dixwaze li girtîgehan wezîfeyê bikin, serê saetê 20 Euro pere tê dayin.

Meha Tebaxê, îdareya girtîgeha bi navê 'Lubecker Hof' ku yek ji mezintirîn girtîgehên li NRW ye û li bajarê Dortmûndê ye, bi însiyatîfa xwe biryar dabû ku 4 îmamên DÎTÎB'ê nexe girtîgehê.


Îmaman nekarî bibêjin ez ne tundraw im

Rêveberiya girtîgehê ragihand, ku wan ji 4 îmamên Tirk xwestiye ku mohra xwe deynin binê ewraqên bi nivîsa "Pêwendiya min bi mirov û rêxistinên tundraw re nîne" û van îmaman ev daxwaz red kirine. Her wiha Eyaleta Rheînland Pflaz jî red dike ku îmamên DÎTÎB'ê serdana girtî û hikumxwaran bikin.

Rewşeke sosret a mîna li Elmanayê, li Swîsreyê jî rûdabû. Derketibû holê, ku îmamên ji bo dayina xizmeta dînî ji mehkûman re hatibûn wezîfedarkirin, bêyî ku ji kontrola ewlekariyê ya dewletê bên derbaskirin, li kar hatibûn bicihkirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN