Xwepêşandanên li Iraqê li dijî gendelî, hejarî û bêkariyê dewam dikin. Piştî banga Sedir ya grevê, li 3 bajarên Iraqê betlaneya giştî hat ragihandin û karmend neçûn ser karên xwe. Herwiha xwepêşanderên Iraqê piştî xwepêşandanên li Îranê jî destpêkirin peyamek weşandin. Iraqiyan ji bo gelên Îranê diyarkirin ku desthilatdarên zilmkar li ber bi têkçûnê ne û wê gel jî li ser piya bimînin.

Piştî banga rêberê Eniya Sedir Muqtedir Sedir, li bajarê Ziqar, Babil û Misan betlaneya fermî hate ragihandin. Li Bexda, Besre û gelek bajarên din xwepêşander ketin qadan û daxwaza mafên xwe dikin.

Li gorî agahiyan ji 25’ê Cotmehê ve di xwepêşandanan de 325 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Nûnerê Mezintirîn Rêberê Şîayên Iraqê Elî Sîstanî Ehmed Safî di rojên borî de bang li Serokomar, Serokwezaretî û Parlamentoya Iraqê kir ku pirsgirêkên bûne sedema xwepêşandanan çareser bikin. Safî diyar kir ku dewlet û aliyên siyasî heta niha tu bersivek nedane daxwazên xwepêşandêran û karekî berbiçav nekirine. Ehmed Safî destnîşan kir ku Elî Sîstanî gotiye; “Nûnerên Parlamentoya Iraqê mezintirîn berpirsyarên bûyerên dawî ne. Iraq ti demek weke Iraqa berê nabe û wê hemû were guhertin.”

 

 BEXDA