Cenazeyê Cîhat Turkan(Çîyager) ê li navçeya Sûra Amedê hat qetilkirin, piştî karên otopsiyê yên li Meletiyê, pêr êvarî li Êlihê bi awayekî girseyî hat pêşwazîkirin û li Goristana Asriyê hat rawestandin. Li baxçeyê goristanê di merasîmê de li gel Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan, Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca, Hevserokên Şaredariya Êlihê, rêveberên HDP, DBP, MEYA-DER, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên KJA’yê, nûnerên STK’yê bi hezaran kes amade bûn. 


Merasîma bi heybet

Di merasîmê de girse li gel berzkirina dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Sûrê” û “Şehît Namirin”, di dema sirûda “Çerxa Şoreşê” de fîşekên hewayî hatin teqandin. 

Di merasîmê de bavê Turkan, Abdullatîf Turkan ji bo gelê kurd sersaxî xwest û got, “Dixwazim kurê min şehîdê dawî be. Êdî em ne şer û ne jî herikandina xwînê dixwazin.” 


Evîndarê çiyayê Kurdistanê

Dayika Turkan, Salîha Turkan jî di merasîmê de axivî û got, “Gelê me, hûn bi xêr hatin. Ez dayika Çiyager im, lê Çiyager şehîdê gel, şoreş û Kurdistanê ye. Çiyager zavayê Kurdistanê ye. Îro daweta Çiyagerê min e. Divê ji çavên tu kesî hêstir nebarin. Divê her kes bilîlîne.” Piştî vê hemû jinan bi yek dengî lîrand. Xalê Turkan, Îbrahîm Yakût jî bi kurtasî qala jiyana xwarziyê xwe kir û got, “Çiyager hezkiriyê çiyayên Kurdistanê bû.” Piştî axaftinan qurnefîl li ser darbesta Turkan hatin danîn û darbest li ser milan hetanî cihê gorê hat veguhastin. Turkan li cem kesên li qadên berxwedana xwerêveberiyê jiyana xwe ji dest dayî, hat definkirin. 


 ÊLIH