Di nava 15 pirtûkên ku weşanxaneyê ji xwenevanên xwe re pêşkeşkiriye de, yên herî girîng seriya ji 5 cîldan pêk tê pirtûkên ji hêla Î. Metîn Ayçîçek ve hatine nivîsandin in. Ayçîçek bi van pirtûkên xwe de balê dikişîne li ser qalibên metafîzîk-mîstîk û van qaliban red dike. Ayçîçek bi rêbaza lêgerînê li ser taybetmendiyên meyên karakterîstîk radiweste û bi seriya 'Kesayetiyek Heye di kesayeta min de' dest pê dike û bi 5 cîldên 'Perwerdeya Demokratîk û Zarok-Çocuk ve Demokratîk Egîtîm' xebateke pedagojîk derxistiye holê. Ji derveyî van pirtûkan du cîldên wekî 'Zargotina Kurdî' ya ji hêla zanyarê zimanê Kurdî Prof. Dr. Ordîxanê Celîl û Prof. Dr. Celîlê Celîl ve hatiye amadekirin jî li ser neqişên di çand û folklora Kurdî radiweste û bi awayekî akademiya zanyarî derxistiye holê.
Jiyana sirgûniyê ya Kurdan
Pirtûka lêkolînî ya bi navê 'Şaristanî û Nîjadperestî' ya ji hêla Osman Ozçelîk ve hatiye nivîsandin jî li ser pirsên 'ziman, çand û neteweyî çî ye?' derketiye rê û bi ser van re polîtîkayên pişaftin û metîngeriyê tehşîr dike. Pirtûka helbestan ya bi navê 'Delpeya Cemedyeyê' ya bi kirmanckî ku ji hêla Ezgî Gul ve hatiye nivîsandin jî cara yekem e ku ji weşanên Aramê derdikeve. Pirtûka bi zimanê Kurdî ya çîrokan a ji hêla Hesen Huseyîn Denîz ve hatiye nivîsandin ya bi navê 'Ji Çîrok û Çîvanokên Kurdan' jî di refan de cihê xwe girt. Pirtûka Mehmet Baran ya ku li girtîgehê nivîsandiye a bi navê 'Êdi Navê Min Bêrîvane' jî li ser jiyana Kurdan ya rojane radiweste.
Pirtûka bi navê 'Di Pirtûkên Pîroz û Mîtolojiyê de Kurd- Kutsal Kitaplarda ve Mitolojide Kürtler' a Faysal Dagli jî li ser gortinên wekî nivîsa yekemîn, bawerî, gotinên pîroz, ronahî û tarîtiyên ku cara yekemîn li erdingariya Mezopotamiyayê derketine holê radiseste û hewl dide de hişimendiya Kurdan de nûbûnekî çê bike. Nivîskara jin ya bi navê Burçîn Demîrtoa Çelîk jî ji bo rastî derkevin holê hevrûbûnê pêşniyar dike. Nivîskara jin, bi pirtûka xwe ya bi navê 'Li Sirguniyê Kurd-Sürgün(de) Kürtler' li ser jiyana 14 rewşenbîrên Kurd radiseste û hînbûyînên derbarê Kurdan de xirab dike û tiştên tên zanîn vala derdixe. Pirtûka 'Çand û Huner-Kültür ve Sanat' ya Î. Hîcrî Îzgoren jî ji nivîsên nivîskar ên ceribandin û ji portreyên wejevanan pêk tê.
DÎHA/AMED